Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn, di salvegera 14’emîn de dê Li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi meş, daxuyanî û civînan bê şermezarkirin. Organîzatorên çalakiyan banga tevlîbûnê li gel kir.
Komploya ku bi hevkariya hêzên navteweyî û herêmî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, di salvegera 14’emîn de tê şermezarkirin. Wekî her perçeyên din ên Kurdistanê û welatên din ên ku kurd lê dijîn, li Rojavayê Kurdistanê jî çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.
Li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê sibe jî dê meş û civîn bêne lidarxistin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger (Ciwanên Şoreşger) ku çalakiyan organîze dikin, bang li gel kirin ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin. Bajar bi bajar bernameya çalakiyan wiha ye:
QAMIŞLO
Çalakiya li bajarê Qamişlo dê sibe li ber Mizgefta Qasimo bê lidarxistin. Çalakiya ku dê saet di 16.30’an de bê lidarxistin ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê organîzekirin.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê ku çend roj beriya niha bi minasebeta şermezarkirina komployê bi beşdariya deh hezaran kesan meş hatibû lidarxistin, sibe jî dê Tevgera Ciwanên Şoreşger meşekê lidar bixe. Meş dê saet di 16.30’an de li Meydana Azadiyê bê lidarxistin.
DIRBÊSIYÊ
Meş saet di 14.00’an de li pêşiya Mizgefta Hetsiltan dê destpê bike û li ber daristana li nêzî Mala Jinê bidawî bibe. Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.
HESEKÊ
Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel a Bajêr ve tê organîzekirin, dê li pêşiya Medresa Can Hecar saet di 16.00’an de destpê bike. Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.
AMUDÊ
Li bajarê Amudê, meşa girseyî tê lidarxistin. Meş saet di 16.30’an de li ber Navenda aTevgera Ciwanên Şoreşger ber bi navenada bajêr ve dimeşe. Daxuyanî tê dayîn.
TIRBESPIYÊ
Li bajarê Tirbespiyê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn civîna gel tê lidarxistin. Civîn dê sibe saet di 15.00’an de bê lidarxistin.
KOBANÊ
Meşa li Kobanê ji aliyê tevgera jinê Yekîtiya Star ve tê organîzekirin. Meş dê sibe saet di 15.00’an de li Meydana Azadiyê destpê bike û li navenda bajêr bi daxuyaniyekê bidawî bibe.
EFRÎN
Meşa li Efrînê dê li ser rêya ku diçe bajaroka Recoyê saet di 16.30’an de destpê bike û li Qada Şehîdan a li navanda bajarê bidawî bibe. Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.
HELEB
Li bajarê Helebê, Meclîsa Bajêr, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Star ev 2 roj in, li taxan civînên gel lidar dixin û derbarê komployê û geşedanên dawî de gel agahdar dikin. Hate ragihandin ku ev çalakî dê heta 2 rojan dom bikin.