Rêxistina Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna hezar kesî konferansa xwe lidar xist. Konferans bi slogana “Ciwan misogeriya serketinê ne” pêk hat..
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî, yek ji hêzên herî bîngehîn yên şoreşa azadiyê, ciwanan in. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve ciwanên Kurd her tim li qadan serkêşiya şoreşê kirin. Di qonaxa heyî ya şoreşê de, ji bo ciwanên Kurd erka pêşengiya şoreşê bi cih bînin xwe bi rêxistin dikin.
Bi vê armancê rêxistina Komalên Ciwan ya bajarê Qamişlo 24′ê Tebaxê yekemîn konferansa xwe li dar xist. Konferansa bi slogana “Ciwan misogeriya serkeftinê ne” bi tevlîbûna hezar kesî li Amûdê pêk hat. Komîteya amadekar ya konferansê diyar kir ku wan biryar dabû ku civîna xwe li devereke ku ji siyasetên rêjîma Baasî hatibe rizgarkirin lidarbixin û ji ber vê yekê bajarê Amûdê hilbijartine..
Piştî bîranîna hemû cangoriyên şoreşa azadiyê, derbarê rêveberê rêxistina Komalên Ciwan Çekdar Amed yê li Efrînê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû, sînevizyonek hat nîşandan.
Paşê endamê rêxistina Komalên Ciwan Baran Zagros axaftina destpêkê kir û got ku ew weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê li ser şopa cangoriyên azadiyê û li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya têkoşînê dikin.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî, di axaftina xwe de îşaret bi rola çalak ya ciwanan di pêvajoya şoreşê de kir û destnîşan kir ku hêza ciwanên Kurd ya rêxistinkirî tê wateya misogerkirina serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.
Di rojeva konferansa ciwanan de, mijarên weke rewşa dawî ya şoreşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, rewşa rêxistinî ya ciwanên Kurd û pirsgirêkên ewlekariyê hebûn. Di axaftinan de hat gotin, ciwanên Kurd li hemberî rewşa aloz û zêdebûna pirsgirêkên ewlekariyê, xwe ji parastina gel berpirsiyar dibînin û li gorî wê tevdigerin
Dawiya konferansê ji bo rêveberiya xebatên rêxistina Komalên Ciwan li bajarê Qamişlo, meclisa ji 13 kesan pêk tê hat hilbijartin.