KNK’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî

KNK’ê bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ku ev zêdetirê 3 hefteyan e li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên Konferansa Neteweyî û Rojava Kurdistanê li dar dixin, îro bi berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) re Muhemed Hacî Salih û endamên Buroya Peywendiyên Derve Omer Hacî Ehmed û Mamoste Xalid re hevdîtine pêk anîn. Di hevdîtinê de ji KNK’ê Alîkarê Serokê KNK’ê Dr. Bengî Haco û endamên KNK’ê Silêman Gunyelî, Îmrahîm Elîpûr û Xebat Mihemed beşdarî hevdîtinê bûn.

Dr. Bengî Haco, der barê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û xebatên KNK’ê de agahî da û diyar kir ku ew saziyek serbixwe ne û dixwazin hevdîtinan bi hemû aliyên Başûrê Kurdistanê re pêk bînin. Haco bal kişand ser pirsgirêkên jiyanî yên weke xwarin, xurek û pêwîstiyên din ên li Rojavayê Kurdistnaê û banga alîkariyê kir.

SALIH: BI QASÎ JI ME BÊ EM Ê ALÎKARÎ BIKIN

Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Mihemed Hacî Salih jî diyar kri ku ew bi serdana KNK’ê kefyxweş bûne diyar kir ku ew ê bi qasî ji wan bê alîkarî bidin Rojavayê Kurdistanê. Salih got: “Weke tê zanî, beriya niha hevdîtinên me yên dîplomatîk bi partiyên Rojava re çêbûn. Niha di nava partiyan de yekitiyek heye. Me berê jî di hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de dabû diyarkirin ku em amade ne alîkarî bidin. Her wiha tê zanîn ku Tirkiye hewl dide yekitiya di nava Kurdan de bi lîstokan têk bibe. Lê bi ser neket. Em ê weke YNK’ê her tim piştgiriyê bidin vê yekitiyê.”

YNK’Ê VEXWENDIN CIVÎNA PARÎSÊ

Endamê KNK’ê Xebat Muhemed jî piştî nirxandinên li ser Rojavayê Kurdistanê û bal kişand ser girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Krudan û destnîşan kir ku bi qasî tê xwestin yekitî pêş neketiye. Muhemed destnîşan kir ku ji bo pêşketina yekitiya Kurdan divê partiyên Kurd zêdetir ji bo hevdîtinan çalak bin û got; “Yekitiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi xêra hewldanên KCK, PDK û YNK pêş ketiye.” Mumehed da zanîn ku ew dixwazin weke KNK’ê biçin serdana Rojavayê Kurdistanê lê mixabin PDK destûr nade û vê helwestê rexne kir.

Endamê KNK’ê Silêman Gunyelî û Îbrahîm Elîpûr jî nêrînên xwe yên der barê pêvajoyê de vegotin.