Kontrola gerîlayan a ku ji 23’yê Tîrmehê ve li Şemizînanê dest pê kir, berfireh dibe. Sînorê di navbera Tirkiye-Îran-Iraqê de hate rakirin, rojhilat, başûr û rojavayê Şemizînanê di destê gerîlayan de ye. Her wiha, li ser xeta Colemêrg, Gever û Bajargê jî kontrola gerîlayan heye.
Tevgera gerîlayan a ku li Bakûrê Kurdistanê bi hatina Biharê re dest pê kir, her ku diçe berfirehtir dibe. Navenda vê tevgera berfireh a gerîlayan Şemizînan e.
Operasyona gerîlayan a ku li bejahiya Şemizînanê hate destpêkirin, herêma bejahî jî derbas kir, daket deşt ûnavenda navçeyê. Rêyên sereke yên di navbera Colemêrg û navçeyên wê de hemû di bin kontrola gerîlayan de ne. Tevgera gerîlayan a ku ji herêma Hecîbegê ya li sêgoşeya sînorê di dema Peymana Lozanê (Îran-Iraq-Tirkiye, Tirkiye-Iraq) de hatibû danîn, dest pê kir, heta digire Oremar, Gerdiyan, Şemizînan, Gever û heta Colemêrgê berdewam dike.
Şemizînan bi temamî di bin kontrola gerîlayan de ye. Girên stratejîk ên weke Goman, Gostê, Karker, Garê, Konserve, Kanal û Bunalimê di bin kontrola gerîlayan de hene. Her wiha, xeta Gostê-Goman-Nêrkola yên nêzî navenda Şemizînanê di destê gerîlayan de ne. Herêmên Zerzan û Şehîdan jî wisa. Ji vir û di pratîkê de weke dewleta Tirk tê qebûlkirin.
Lê serweriya gerîlayan ne tenê herêmên bejahî ne. Rayedarên Tirk îdîa dikin ku Şemizînan bi temamî di bin kontrola dewletê de ye û bi vê yekê pesnê xwe didin. Gelo bi rastî jî wiha ye?
HERÊMÊN DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE
Di van demên dawiyê de me li girê Konserve û Gomanê bûn. Li vir em bi gelê herêmê re axivîn. Me rewşê ji wana bi xwe pirsî.
Li gel herêmê bejahî, xeta Gerdiya-Şemzînan, Gever-Şemzînan, Colemêrg-Gever-Bajêrgan di bin kontrola gerîlayan de. Her wiha gund û gundikên Gelişim, Meleyan, Garê, Masiro, Şewirtê, Kepenek, Kadana(Çalışkan), Xıznê, Gemana, Feqiyan, Bêbab, Qelaşk, Şêxan ên weke gundên Zerzan tên zanîn; li aliyê din ê Şemizînanê Rubinus, Navreza, Ewliya, Nehrê, Begirdê, Moşê, Bêşems, Demlatê, Betera, Sênala…
Ji Rûbarok heta Şemizînanê artêşa Tirk nikare bikev gund û gundikan. Li herêma Şehîdan jî rewş bi vî rengî ye. Ji bilî gundên Katûna Jêrîn û Jorîn, Helenayê, kontrola dewleta Tirk li tu deverên din nemaye. Gundên Xusruwa, Zerkê, Balê, Qulê, Şkeftan jî di bin kontrola gerîlayan de ne.
DI DESTÊ LEŞKERAN DE TUGAY Û TABURA TEKELÊ MA
Ev 40 roj zêdetir e gelek gund û bajarok di bin kontrola gerîlan de ne. Gerîlayan di pratîkê de dawî li otorîteya artêşê anî. Bi dehan roje leşker neketine van gundan. Gundî ev mehek û nîve bi leşkeran re nehatine rû hev.
Riya Şemzînan-Gerdiya, Şemzînan-Rubarokê ev 45 roj e ji leşkeran re girtiye. Wesayîtên zirxî derbas nakin. Yekineyên gerîlayan di xeta Gomanê de di qada 35 km’yî kontrola xwe pêka nîne û li navenda bajar çalakiyan pêk tînin. Li ser xeta Zerzan yanî aliyê din yê Şemzînanê jî artêşa tirk ligel Tugaya Şemzînanê nekare bikeve gundê Qelaşkê. Li vir jî ji gundê Tanyolu heta navenda Şemzînanê qada 17 km yî di bin kontrola gerîla de ye. Di destê dewleta tirk de tenê Tugaya Şemzînan û tabura Tekelê maye.
LEŞKER BI XWE NIKARE BIKEVE QADÊN QEDEXE NE
Dewleta tirk herêm wekê herêma leşkerî îlan kir û ev rastî qebûl kir. Ji ber ku gundê Nêrkola, Nehrê, Bêgirdê, Navreza, Demlatê, Bêtera, Bêşems ji bin kontrola wan derket gund ji aliyê dewletê ve hatin valakirin.
Daxuyaniyan didin û dibêjin ‘ me wekê herêma leşkerî îlan kir, me herêm li sivîlan girt’. Ev jî di pratîkê de tê vê wateyê di bin kontrola gerîla de ye. Her wiha artêşa tirk derbasbûnê Gerdiyayê û Tanyolu a Şemzînên wêdetir titşekî nake. Di rojên ewil de ji ser Şemzînanê ev derbasbûn qedexe kirin. Niha kes van qedexeyan jî nas nake.
Li van cihên ku behsa wan tê kirin qet leşker tune. Biryara qedexekirinê di fîliyatê de derbasdariya xwe wenda kiriye. Li vê herêmê gel cara yekemîn bê astengî, careyekî bê heqeretê leşkeran li herêmê digrin.
Gundiyên Zerzan diyar kirin ku leşker nekarin derbasî gundê Garê bibin û carna li dora Garê kemînan datînin. Gundiyên qontarê Gomanê vê piştrast dikin. Gundî diyar dikin ku leşker ji qerekolan dernakevin û lê bi cilên sivîl dikarin derbikevin.
Di rewşa heyî de rewşa ruhê leşker xwe dide xuyakirin. Di 20’ê tebaxê de li ser riya Wan-Colemêrgê gerîlayan çalakiyan pêk anî û wesayîta leşkeran qulîpî ava Zapê. Piştî çalakiyê leşker çûne cihê bûyerê û ji rojnamegeran re gotine: “Me nekişînin em ji xwe di derdê xwe de, derdê me têrî me dike.” Her wiha leşkerên ku tayîna wan diçe herêmê jî an îstîfa dike an jî firar dike.
Herî dawî di 2’ê îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê gerîlaya operasyon pêk anî û navçe niha bin kontrola gerîlayan de ye.