Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê diyar kir ku, ew dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyonê bibin û xwest ku hemû kedkarên cemaweriyê jî tevlî mitîngê bibin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê li avahiya Şaxa BES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Tevkarên KESK'ê yên Amedê tevlî civîna çapemeniyê bûn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa Orkam Tarim Sen'ê yê Amedê Alî Karaoglan daxuyanî xwende û diyar kir ku, erdnîgariya kurdan bûye şahidê gelek trajediyan. Karaoglan bal kişand ser dîroka 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û anî ziman ku, tenê li Rojhilata Navîn na li hemû cîhanê rageşeke şer heye. Karaoglan da zanîn ku, ji bo guherîna demokratîk divê hemû kedkar têkoşînê bidin û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn bayê demokratîk yê gelan tê. Hêzên hegemonîk dixwazin vî bayî kontrol bikin. Ji bo vê yekê jî dixwazin hêzên leşkerî bêxin dewreyê."
JI MÎTÎNGA 1'Ê ÎLONÊ RE BANGA TEVLÎBÛNÊ
Karaoglan destnîşan kir ku, ew li benda îsal 1'ê Îlonê bi mitîng, daxuyanî, meş û bernameyên cuda bê pîrozkirin. Karaoglan bilêv kir ku, KESK konfederasyoneke alîgirên aştiyê ne. Karaoglan da zanîn ku, ew dê di 1'ê Îlonê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bin.