Kedkarên sînemayê yên NÇM’ê hatin binçavkirin

Kedkarên sînemayê yên NÇM’ê hatin binçavkirin

Di nav de derhêner Kazim Oz û lîstîkvan Nazmî Kirik jî heyî 10 kedkarên sînemayên NÇM’ê ji bo kişandina film çûbûn Êlihê hatin binçavkirin.

Xebatkarên yekîneyên sînemayê yên NÇM’ê ku ji bo kurte filmekê çêbûn navçeya Sason ya Êlihê, di demjimêrên sibehê de hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li Emniyetê ji bilî lîstîkvan Kemal Ûlûsoy hemû sînemavan hatin berdan.

Sînemavana ragihand ku, yek ji ekîba sînemayê bi Tirkî bi wan re axiviye û bi îdîaya gotiye, “Tu çima bi Tirkî di axivî, çima Kurdî na axivî” hatiye binçavkirin. Alîkarê derhêner Mûrat Eroglû jî ev îdîa derewand û got; em bi îdîaya “gel teşwîqî kîn û nefretê dikin” hatine binçavkirin. Lê belê dîmen kêşanên me hemû di wesayîtê de derbaz dibin. Dema kêşandina dîmena de em bi kesê re ne axivîne û ji wesayîtê nehatine xwar. Rewşa bigiştî keyfiye û ji bo astengkirina xebatên me ye.”

Çav lê ye Kemal Ûlûsoy jî sewqî dozgeriyê bikin.