KCK: Mûrat Fîlîz tu carî nebûye parazvanê Karayilan

KCK: Mûrat Fîlîz tu carî nebûye parazvanê Karayilan

KCK’ê îdîayên rayedar û çapemeniya Tirk ên ku dibêjin gerîlayê bi navê Mûrat Fîraz ê çapemeniya Tirk ew weke berpirsê bûyera Dîlokê lanse dike, parazvanê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan e derewand. KCK’ê got; “Tu carî kesek bi navê Mûrat Fîlîz nebûye parazvanê hevalê me Cemal.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku gerîlayê HPG’ê Mûrat Fîlîz ê ku çapemeniya Tirk ew wekî berpirsê teqîna li Dîlokê destnîşan dike, tu carî nebûye parazvanê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan. KCK’ê îdîayên rayedar û çapemeniya Tirk ji binî ve derewand û diyar kir; “AKP’ya ku di derew û bêbextiyan de tu sînoran nas nake, îdîa dikin ku Mûrat Fîlîz ê bi nasnavê Fîraz parazvanê serokatiya me ango hevalê me Cemal e.”

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta AKP’ê û çapemeniya wê di van demên dawiyê de li hemberî berxwedana tevgera azadiyê û gelê Kurdistanê dest bi êrîşên li ser esasê derew, hîle û manîpulasyonên qirêj kiriye û wiha berdewam kir:

“Dewleta AKP’ê ya ku di warê siyasî û psîkolojîk de bin ketiye, artêşa dagirker a Tirk, a ku li hemberî gerîlayan li Zagros û Botanê têk çûye, hewl dide bi derew û agahiyên şaş raya giştî agahdar bike û ji bo vê yekê serî li hemû cure hîle, derew û bêbextiyan dide.

Her çendî HPG’ê êrîşa bombeyî ya li Dîlokê negirt ser xwe, çapemeniya mêtînger û dewleta AKP’ê bi israr û bi awayek bêexlaqî hewl dide ku rêxistina me weke berpirsê vê bûyerê nîşan bide.

AKP’ya ku di derew û bêbextiyan de tu sînoran nas nake, îdîa dikin ku Mûrat Fîlîz ê bi nasnavê Fîraz parazvanê serokatiya me ango hevalê me Cemal e (Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan).

Lê rastî ev e ku tu carî parazvanek bi navê Mûrat Fîlîz ê hevalê me Cemal nebûye. Bê guman ev hewldanên çapemeniya AKP’ê û qelemşorên wê ji bo xirabkirina îmaj û pêbaweriya Tevgera me ne. Lê dewleta AKP’ê ya ku sucên wisa kiriye ku hesabê wê bide mirovahiyê û gelê Kurdistanê û ji ber wê nayê efûkirin, bi van îdîayan tu carî nikare barê sucên xwe sivik bike û nikare pêvajoya rizîn û hilweşîna xwe dereng bixe.

Em weke tevger, di çarçoveya berpirsyartiya xwe de bang li raya giştî ya şoreşger dikin ku divê warî de agahiyên rast bidin û em bang li hemû aliyên bihîstiyar dikin ku li hemberî vê polîtîkay AKP’ê ya li ser esasê bêşermî, derew û hîleyan bibin xwedî helwest.”