Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ ya Eredogan da û diyar kir ku ev yek tê wateya gurkirina şer. KCK’ê got; “Em ji bo çareseriya aşitiyane ya li ser esasê ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu re amade ne” û wiha berdewam kir; “Em ê heta dawiyê li hemberî zîhiniyeta nijadperest-mêtînger a ku Ocalan di şert û mercên giran ên tercîtê de radigirin û dixwazin Kurdan tune bikin, li ser esasê berxwedana rewa li ber xwe bidin.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya bangên aşitiyên di mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de hatin kirin, daxuyaniyek weşand. KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî daxuayiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyî Erdogan a bi awayê “Pirsgirêka Kurd tune ye da.”
‘EM GIRÎNGIYEK MEZIN DIDIN BANGÊN JI BO AŞITIYÊ”
KCK’ê bal kişand ser polîtîkayên şer ên hukûmeta AKP’ê û diyar kir ku di demek wiha şer û pevçûnên ji aliyê mêtîngeriya AKP’ê ve hatine destpêkirin de, aşitîxwaz û gelê Kurdistanê di 1’ê Gulanê Roja Aşitiya Cîhanê de banga aşitiyê kirin. KCK’ê destnîşan kir ku li hemberî hemû şer û pevçûnan hate diyarkirin ku ew bawer dikin ku dê rojek aşitiya li ser esasê biratî, wekhevî û yekitî rojekê teqez were û got; “Em nirxek mezin didin bangên ji bo aşitiyê.”
KCK’ê bal kişand ser mitîngên di 25’ê Tebaxê de bi boneya “Ji Ocalan re Azadî” hatin lidarxistin, di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de gihişt astekjorû got; “Gelê me yê ku qadan dagirt, bi awayeke jidil daxwazên xwe anîne ziman û feraseta xwe ya li hemberî şer-aşitiyê nîşan dane. Di serî de li Amed, Wan û Stenbolê di mitîngên li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê de, bal kişandine ku aşitî encex dikare bi azadiay Rêber Apo û statuya gelê Kurdistanê pêkan be.”
KCK’ê ji ber mitîngên ji 25’ê Tebaxê de ji bo azadiya Ocalan hatin lidarxistin pêk hatin û di 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de gihiştin asta jor malavahiya gelê Kurd û dostên wan kir û silav kir. KCK’ê diyar kir ku ew kampanyayên li Ewropayê bi pêşengeiya Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî tên lidarxistin girîng dibînin û got; “Divê bal were kişandin ku ev pêngav ji bo aazadiya gelê Kurd û rêya aşitiyê pêngavên pir girîng in.”
KCK’ê destnîşan kir divê neyê jibîrkirin ku aliyê şer daye destpêkirin, ne ew, belê “mêtîngeriya AKP’ê” ye û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ku di şeva 1’ê Îlonê de kir.
‘ERDOGAN RAGIHANDIYE KU ŞERÊ LI KURDISTANÊ DÊ GUR BIBE’
KCK’ê bal kişand ser daxuyaniya “Pirsgirêka Kurd tune ye” ya Erdogan a ku di hevpeyvînekê de got û diyar kir ku Erdogan diyar kiriye ku dê şerê li Kurdistanê gur bibe. KCK’ê got; “Bi aşkereyî daye diyarkirin ku ew ê ne bi rêbazên demokratîk û aşitiyê, bi tundî xwînê birijîne, bi aşkereyî ji çapemeniya Tirk xwestiye ku vê yekê nebîne. KCK’ê gotina “pirsgirêka Kurd tune ye” weke heqareta li hemberî rastî û hişê mirovan bi nav kir û diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan daye diyarkirin ku ew ê tevî komkujiyan her tiştê bike.”
JI BILÎ BERXWEDANA REWA TU RÊYEK DIN NEMAYE’
KCK’ê ragihand ku AKP’ê bi kiryarên xwe û herî dawî bi gotina Serokwezîr bi fermî şer ragihandine û diyar kir ji bilî rêya xweparastin û berxwedan rewa tu rêyek din pêşiya gelê Kurd nemaye. KCK’ê got; “Divê aliyên aşitîxwaz li hemberî vê zîhniyeta faşîst-nijadperest-mêtînger a ku daye diyarkirin ku ew ê şer gur bikin bê deng nemînin û ev yek helwesteke mirovahiyê ye.”
HETA DAWIYÊ BERXWENDAN
KCK’ê got; “Em ji bo çareseriya aşitiyane ya li ser esasê ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu re amade ne” û wiha berdewam kir; “Em ê heta dawiyê li hemberî zîhiniyeta nijadperest-mêtînger a ku Ocalan di şert û mercên giran ên tercîtê de radigirin û dixwazin Kurdan tune bikin, li ser esasê berxwedana rewa li ber xwe bidin.”
GELÊ KURD BIRYARA XWE DAYE
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got; “Gelê Kurd biryara xwe daye” û got; “Ji bo redkirina koletiyê, parastina hebûna xwe û têkoşîna azadiya xwe bi serkeftinê tacîdar bike, ev gel dê her tiştê xwe deyne holê.” KCK’ê gotina Erdogan a “Zilma bi adabê nabe” bi bîrxist û diyar kir ku ev gotin ji bo aniha derbasdar e û got; “Xwediyên zordestiyê dê biçin selikên gelaşê û dê Modernînetay Demokratîk ya jiyana li ser esasê yekitiya gelan, biratî û aşitiyê bi ser bikeve.”
KCK’ê got; “Divê baş were zanîn ku di demek ku siyaseta li ser esasê mêtîngeriya gelan pêş dixe û dixwaze ji bo desthilatiya zordestiya xwe bidomîne, de aşitî ne ewqas hêsan e, aşitî encex dikare têkoşîn û berxwedana li ser esasê vîna gelan bê.”