KCK: Divê dibistan ne tenê bên boykotkirin, bi temamî bên redkirin

KCK: Divê dibistan ne tenê bên boykotkirin, bi temamî bên redkirin

Komîteya Siyasî ya KCK’ê, ragihand ku tenê boykotkirina dibistanên dewleta Tirk têrê nake, divê dibistanên ku navenda pişaftinê ne bi temamî bêne redkirin. Komîteyê bersiv da daxuyaniyên rayedarên AKP’ê yên di van demên dawiyê de jî û got; “Bi lihevkirina neteweyî ya ku Çîçek amade kir, henekên xwe bi Kurdan dikin.” KCK’ê bersiv da “Divê Kurd ji zextên PKK’ê bên parastin” ên Huseyîn Çelîk jî û got; “Li kû hatiye bihîstin ku celed qurban parastiye.”

Komîteya Siyasî ya KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de got; “Dîktatoriya ku her tiştê ji xwe dide destpêkirin û desthilatiya AKP’ê ya ku ji zanebûna dîrokê bê par, bi zîhniyeteke faşîst û nijadperest ve dijî”. KCK’ê 30 salên şer ên derbas bûne, weke mînak nîşan da û diyar kir ku bal kişand ku polîtîkayên şer ên mêtîngeriyê dê bê encam bimînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Ji dîroka me ya têkoşînê ya nêzî 30 salan heta îro, çend desthilatî; serokkomar, serokwezîr, serferamandarên artêşê û wezîrên navxweyî guherîn, rayedarên AKP’ê baş dizanin, çend pakêtên geşedanê yên ji bo Başûrê Rojhilat, biryarên lihevkirinên neteweyî, rewşên awerte û qanûnên têkoşîna li dijî terorê hatin derxistin? Divê rayedarên AKP’ê vê yekê baş bizanin. Dîsa desthilatiya faşîst a AKP’ê çend caran dubare kir û got ‘dewlet bi hêz e’. Divê baş bizanin çiqas desthilatiyan gotin ‘bila PKK çand deyne û teslîm bibe’. Di serdema AKP’ê de û beriya AKP’ê çiqas operasyonên dersînor hatin lidarxistin û Başûrê Kurdistanê çend caran hat dagirkirin, divê vana jî bizanin. Niha jî vana hemû tune dihesibînin û naxwazin bibînin ku polîtîkayên şerê taybet ên mêtîngeriyê li hemberî tevgera azadiyê bin ketiye.”

JI BO ÇELÎK BERSIV: LI KU HATIYE DÎTIN CELLAD QURBAN PARASTIYE?

Di daxuyaniyê de Komîteya Siyasî ya KCK’Ê bal kişand se hilevkirina netewî ya Cemîl Çîçek amade kiriye û ev bersiv da gotinên Huseyîn Çelîk: “Cemîl Çîçek hilevkirineke netewî ku wekî qerfên xwe bi her kesî û her tiştî dibe amade kiriye. Ev metn îradeya gelê kurd tune dihesibîne, ji israrkirina polîtîkaya şer û înkarê wêdetir wateyê digire nava xwe. Ligel îradeya gelekî hilevkirina çi dixwaze bêkirin. Ev tenê tê wateya qerfa xwe bi gelê kurd kirine. Û gelê me dê teqez bersiva vê bide.

Reyberê nû Huseyîn Çelîk ku ji xwe şerm nake û rûyê wî sor nabe dibêje ; divê Gelê kurd ji zextên PKK’ê bên parastin. Ev çi xayîntî ye, ev çi kompleks e! Li ku derê cîhanê, di kîjan dîrokê de di kîjan demê hatiye dîtin ku celad qurbanan parastiye. Hem celad bî û tu hem jî behsa parastina kurdan bikî. Ev durûtiyeke meizne. Diyare ku Huseyîn Çelîk sedsal beriya niha dijî. Gelê kurd ne gelekî ku bi vê xayîntî û van gotinan bawer bike. Huseyîn Çelîk ku qaşo dibêje ez kurdan hezim dikim bila bikeve nava kurdan, bila biçe Wan û Colemêrgê, dê bibîne wî çawa dihewînin! Tu çareya wê tune; AKP ya bi azadiya Rêber Apor re azadiya Gelê Kurd qebûl dike an jî dê pir ne dê di demeke kurt de dê rewşeke pir xerab. PKK û pirsgirêka kurd eve.; ya dê çareseriyê ya dê çareser bibe. rejîma AKP’ê jî dê wekî desthilatdariyê berê dê mehkumê tasfiyeyê bibe.”

DIVÊ NAVENDÊN ASÎMÎLASYONÊ DIBISTAN BI GITŞÎ BÊN REDKIRIN

Komîteya Siyasî a KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand ser sala nû ya perwerdehiyê û wiha got: “Divê zarokên kurd tenê bi boykotkirinê sînor nemînin û divê navendên asîmîlaysonê dibistan bên redkirin.

Ciwanên leheng yên Kurdistanê li dijî zilman mêtîngeriya AKP’ê çiyayên me yên Azad re hembêz kirin divê wekî helwesteke bi rumet bibîne divê qadên gerîla cihên xwe bigirin. Tu xwendekerekî kurd û zarokên kurd divê neçin dibistanên mêtînger yên qirkirin û asîmîlasyonê. Ev dibistan cihên komkujiya sipîne. Mêtîngeriya zîhnî ye. Zarokên kurd cuda dikin. Tu xwendekarên kurdi dvê ne biçin dibistanên seretayî û ne jî biçin zanîngehan. Divê tenê boykot neke bigitşî red bikin. Ligel vê li dijî rejîma faşîst ya AKP’ê ku azadî û hebûna gelê me tune dihesibîne bi şîara ‘AN AZADÎ AN AZADÎ’ tevgerên serhildanê derxin asta herî jor û divê her tim bidomîne.”