KCK: Divê dawî li çalakiyên xweşewitandinê bê anîn

KCK: Divê dawî li çalakiyên xweşewitandinê bê anîn

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Mehmet Yalçinê ku bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxixyê weşand. KCK’ê diyar kir divê ciwanên Kurdistanê ruhê fedayî yê ku Mehmet Yalçin weke banga tevlibûna şoreşê fêm bike û da zanîn ku divê êdî dawî li çalakiyên xweşewitandinê bên anîn.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku gele hemû hişyariyan tecrîda derveyê mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û ciwanekî din yê kurd ji bo vê rewşê protesto bike agir berda bedena xwe. KCK’ê ji malbata Yalçin û gelê kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Em ê biranîna Mehmet Yalçin bi pêkanîn azadiya Rêber Apo û Gelê kurd bidin jiyîn.”

KCK’ê destnîşan kir ku Yalçin di vê demê de ruhê fedayî yê ku hewce bû derxistiye holê û got divê êdî bi şêwazê ne ku çalakiyên protestoyî divê wekî banga tevlibûna şoreşê bê fêmkirin û divê êdî dawî li van çalakiyên xweşewitandinê bê anîn.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

Di nameya kul i pey xwe hiştiye de Mehmet Heval xuya ye ku pir kûr bûye. Asta hişmendiyeke qezenc kiriye. Bûye xwedî îradeyeke ku xwe ji bo azadiya gelê xwe û rêberê xwe feda bike. Ligel ku di vî temenê xwe de gihiştiye asteke fedayîbûnê. Bê guman ev gelek watedare, bi rumete. Di vê demê de helwesteke ku ciwanên kurd çawa bi awayekî fedayî dikare tevlî bibe derxistiye holê. Bi rastî jî ruhê ku ciwanên Kurdistanê divê bigihine ruhê Mehmet Yalçine.

Lê divê ciwanên Kurdistanê bizanin ku li Kurdistanê şerê dijwar tê meşandin. Divê demê de êdî dema protestokirina pêkanînên wehşî yen dijimin derbas bûne. Ji bilî protestokirinê divê em vê pergala zilmê parçe bikin û ji bo ev pergal bi dawî bibe em çalakiyan pêş bixin. Riya vê jî ne ku ciwanên me xwe bişewitînin. Divê bi ruhê fedayî berê xwe bidin çalakiyan. Bê guman ev bi tevlibûna şoreşê mumkun e. Ji ber vê jî divê hemû ciwanên Kurdistanê ruhê fedayî yên heval Mehmet Yalçin wekî banga tevlibûna şoreşê fêm bike.

Divê hemû ciwanên Kurdistanê bizane ku em gihiştine asteke gelek girîng ya ku em pêşeroja xwe bi destê xwe diyar dikin. Pêşeroja kurdan di destê wan de ye. ev jî bi helwesta ciwanên kurd dê diyar bibe.

Bi vê wesîleyê em wekî tevgera Azadiya Kurdistanê di serî jin, ciwan û hemû gelê kurd dibikin ku ji bo azadiya Rêber Apo û Gelê kurd pêk were bila cihê xwe li çiyayê Kurdistanê bigirin û rola xwe bilîzin.”