KCK: Dê bersiva hemû cure êrîşan bê dayîn

KCK: Dê bersiva hemû cure êrîşan bê dayîn

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 14’emîn salvegera komlpoya navneteweyî ya 9’ê cotmehê daxuyaniyek weşand û bal kişand ku her çendî hukûmeta AKP’ê bi tenê maye jî lê amadekariya şerê herêmî dike. KCK’ê diyar kir ku dê bersiva hemû cûre êrîşên li hemberî gelê Kurd, rêber û hebûna gelê Kurd bê dayîn.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 14’emîn a Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê cotmeha 1998 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, daxuyaniyek weşand û got; “Em careke din neletê li komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê ku di şexsê Rêbertiya me de li hemberî Tevgera me ya Azadiyê û gelê Kurd pêk hat dibarînin. Em şehîdên me yên di têkoşîna li dijî vê komployê de û ji bo oxira nirxên azadiyê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

KCK’ê diyar kir ku her çendî komplo û pêvajoya esareta li Îmraliyê ya bi vê dest pê kir, ketiye sala 14’emîn, lê hêzên komploger negihiştine hedefên xwe yên bi nelet û bi ser neketine. KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd ji roja destpêkê ve li hemberî komployê bi dirûşimên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” û “Azadiya Rêbertiyê Azadiya me ye” xelek ji agir li dora rêbertiyê çêkirine û hesab ji hêzên komploger pirsîne.

KCK’ê got; “Lê divê baş bê zanîn ku komplo hatiye pûçkirin, lê bi temamî ne hatiye berterefkirin. Dewleta faşîst a Tirk di 14 salan de tecrîda li ser Rêrbertiyê giran kiriye, di hucreyê de cezayê hucreyê yê xeyrî huqûq û wijdanê daye, hemû cûre êrîşan pêş xistiye û serî li van pêkanînên ne mirovane dane. Bi tu awayî bersiva projeyên demokratîk ên Rêber Apo nedane. Di konsepta xwe ya îmha û tasfiyeyê de israr kirine û şerek topyekun ê ku her ku diçe dijwartir dibe daye destpêkirin. Di sala 2009 de li di bin navê KCK’ê de li hember operasyonên qirkirina siyasî hatine destpêkirin û xwestine bi van operasyonan gelê Kurd, muxalefeta demokratî û hemû derdorên ne alîgirên polîtîkayên polîtîkayên faşîst ên AKP’ê tasfiye bikin, di vê çarçoveyê de li hemberî hêzên gerîlayan operasyonên bi armanca îmhakirinê dane destpêkirin. Bi sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê tecrîda li ser Rêbertiya me hatiye girankirin û Rêbertiya me jî li hemberî vê yekê helwest nîşan daye û derneketiye hevdîtinên di bin kontrolê de û ne huqûqî.”

HETA ŞERTÊN TENDURISTÎ Û EWLEKARÎ YÊN OCALAN NEYÊN PÊKANÎN, DÊ TU WATEYA GOTINAN NEBE

KCK’ê got; “Dewleta AKP’ê li dijî Rêbertiya me, tevgera me, gelê me û dahatûya gelan topyekûn şerê îmhayê daye destpêkirin; li beramberî vê tevgera me jî li ser bingehê mafê xweparastina rewa, bi şerê parastinê bersiv daye. Tevgera me li dijî şerê di Tîrmeha 2012’an de hatiye destpêkirin “Pêngava Berxwedana Şoreşgerî” daye destpêkirin û dewleta Tirk li hemberî vê ketiye zoriyê. Dewleta Tirk ne ji bo çareseriyek demokratîk, careke din bi sozên vale xwestiye ku gelê me mijûl bike, pêngava berxwedana gêrîlayên me sist bike, derketinek taktîkî kiriye. Careke din dibêjin dibe ew hevdîtinên Îmralî û Osloyê bidin destpêkirin û tenê carekê hevdîtina malbatê ya bi Rêbertiya me re di xwazin li beramberî vana zemînê pêngavekî siyasî bikin. Heta ku şert û mercên “tenduristî, ewlekarî û azad tevgerkirinê” yên Rêbertiya me pêk neynin, di nezdê gelê Kurd û tevgera me de, dê tu nirxek siyasî yên gotinên ji aliyê dewleta AKP’ê ve tê gotin nebe û bersiva civakî jî tune be.”

AKP’EYA KU BÛYE TAŞERON XWE JI BO ŞEREKÎ HERÊMÎ AMADE DIKE

Dewleta AKP’ê ku li dijî tevgera me û ji bo gelê Kurd ji pêşketinên herêmê sûdê negire, komploya navnetewî dide berdewamkirin û di vê mijarê de ji hêzên navnetewî piştgiriyê distîne, ji bo taşerontiyê dest û lingê xwe hildane, her wiha xwe ji bo şerê herêmî amade dike. Bi vê armancê ji meclîsê derbazkirina tezkereyê re daniye holê ku, ew xwe ji bo li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd û şerekî herêmî yê çêbibe amade dike. Hemû armancên AKP’ê ewe ku careke din ew komploya navnetewî ya vale hatiye derxistin zindî bike û her wiha şert û mercên tepisandina Tevgera Azadiya Kurdistanê derxîne holê. Bi vê armancê AKP’e ya ku bi çavkorî tevger dike, li rexmê ku tu kesê piştgirî nedan vê polîtîkayê û ma tenê jî, di xeta xwe de israr dike. Ger mirov li bendê be ku xwediyê ferasetekî wisan nêz dibe, dê pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane çareser bike, bendê mayînekî valeye. Ji xwe Erdogan di axaftinên Kongreya AKP’ê de kirî fikir û zikrên xwe daniye holê.”

KCK’ê destnîşan kir ku di vê hemû welatparêz û demokratên Kurdistan û Tikriyeyê li dijî vê hovîtiya ku roj bi roj şer kurd û gelê kurd dibe îmhayê, tevgera me dibe tasfiyeyê û Tirkiyeyê pêngav bi pêngav ber bi karesatê dibe bê deng nemîne û peywira xwe bîne cih. KCK’ê wiha got: “Di vê mijarê tevgera me hamleya şoreşgerî da destpêkirin û ev hamle polîtîkayên AKP’ê têk bir. Îro dewleta Tirk bi van polîtîkayan nekare encamê bigire û hameleya me ya şoreşgr derxistiye holê ku ev polîtîka mehkumê têkçûnê ye û vê hamleya me encamên gelek girîng derxistiye holê. Ev di heman demê de hamleyeke ku komploya navnetewî bi giştî têk biriye. Komploya navnetewî hatiye pûçderxistin lê bi giştî ji holê nehatiye rakirin. Ji bo ku ji holê rabe divê Rêber Apo azad bibe û gelê kurd statuyê bi dest bixe û encex bi vê çareseriya pirsgirêka kurd pêkane.

Îro gelê kurd bi armanca ku Komploya Navnetewî bi giştî ji holê rabike, azadiya Rêber Apo pêk bîne bi hamleyeke gelek mezin Komploya 9’ê cotmehê pêşwazî dike. Ev 14 sale di esasa keda mezin û lehengiyê de berxwedana mezin tên meşandin û di esasa paradîgmaya berlêvekirinê de, mezinbûn û nûbûna ku pêk hat re, tevgera me ketiye pêvajoya fînalê. Ji bo ku 15’emîn salvegera Komploya Navnetewî vebiguherin sala serkeftinê divê hemû gelê me û dostên me di salvgera komploya 9’ê cotmehê de, di neletkirina komployê de pêngaveke dîrokî bavêjin.

DIVÊ BERSIVÊ BIDIN ÊRÎŞAN

KCK’ê bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ‘Ji Rêber Apo re azadî’, Nobeta Azadiyê û Tura Otobusê ya kul i Ewropayê hatiye destpêkirin û diyar kir ku ev çalakî gelek watedar in û destnîşan kir ku gelê kurd yên li wir dijîn roleke gelek girîng dilîzin. KCK’ê wiha pê got: “Di vê pêvajoya hamleyî de gelek hevalên me yên girtî tevli grevên birçîbûnê yên bê dem û dorneveger. Em çalakî û berxwedana hevalên xwe ya bi rumet silav dikin. 27 roj li pey xwe hiştin û li hin girtîgehan ligel hemû zext, zordarî û êrîşan çalakiyên greva birçîbûnê bi biryareke mezin didome û li dijî vê sekna bi rumet divê hemû gelê kurd û raya giştî bi hestiyar tevbigere. Em bang li hemû kesî dikin ku bila xwedî lê derkevin û bibin deng, ziman û dilê girtiyan.

Bila ev bê zanîn ku di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de em tu carî destûrê nadin ku gelê kurd careke din tune bê hesibandin û rastî komkujiyan bên. Gelê kurd li hemberî hemû êrîşên li dijî xwe, Rêrbertiya xwe dê demildest bersivê bide û dê di her şert û mercî de mafê xwe parastina rewa bi kar tîne. Di vê esasê de pir aşkere ye ku dê meşa azadiyê bilind bibe. Meşa azadiyê ya dîrokî bi paradîgmaya alternatîf ya modernîteya kapîtalîst dê bigihêje serkeftinê. Hemû gelê me yê welatparêz wekê heta niha, di vê pêngava girîng ya dîrokî de jî dê bi fedakariyeke mezin tevli têkoşînê bibe û di salvegera komploya navnetewî de dê bi hemû hêza xwe neletkirina komployê nîşanê cîhanê de. Em di vê esasê de bang li hemû gelê xwe dikin ku bila têkoşîna xwe bilind bikin.”