Kavak li ser axa lê ji dayîk bûyî ye…

Kavak li ser axa lê ji dayîk bûyî ye…

Piştî di ketina bajar de karwanê cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak hate astengkirin bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina biryarê riya bejayî ya Mêrdîn û Amedê li trafîkê girt. Di navbera polîs û girseyê de rageşî didome û li ser daxwaza malbatê karwanê cenaze li ser rêya Qesra Gazî ber bi navenda bajarê bi rê ket.

Karwana cenazeyê siyasetmedarê kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Însbruckê yê Avusturya yê dawî li jiyana xwe anî piştî anîn Êlihê anîn Amedê. Karwan cenazeyê Kavak li duryana Bazara Sewalan a ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Sebahat Tuncel, rêveberên BDP'ê, şaredar, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER'ê bi cenaze re dihatin û bertekên tund nîşanî polîsan dan. Hate hînbûn ku walîtiyê ketina karwanê cenaze ya bajar qedexe kir û polîsan jî xwest ku karwan cenaze li riya Qesra Gazî re biçe.

Piştî hevdîtinên bi rayedarên polîsan re tu encam nedan bi hezaran kesan biryar bi çepik û sloganan şermezar kir. Girseyê pişt re li ser riya bejayî ya Amed û Mêrdînê dest bi çalakiya rûniştinê kir û rê ji trafîkê girt.

Li gel wesayîtên bi cenaze ji Êlihê hatin, gelek wesayît jî ji Amedê ketin rê ji ber vê yek trafîk felç bû. Ji ber wesayît di rê de man bi metreyan wesayît rêz bûn. Ji herêmê re gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatin sewqkirin.

Xalê Kavak Osman Dun li vir daxuyaniyeke kin da. Dun anî ziman ku daxwazên Kurdan daxwazên maqul in. Dun, da zanîn ku li hemberî daxwazan polîtîkayên înkar û îmhayê tên israrkirin û wiha hate gotin: "Gelê kurd, gelek bi vîn û xwedî rêber e." Piştî daxuyaniyê girseyê slogana "Şehîd namirin" berz kir. Di navbera polîs û girseyê de rageşî didome û li ser daxwaza malbatê karwanê cenaze li ser rêya Qesra Gazî ber bi navenda bajarê bi rê ket.