Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Însbruck ê Awusturyayê dawî li jiyana xwe anî li Êlihê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Kavak, ji bo bê bisprêin axê dê ji Êlihê bibin Amedê û li Goristana Deriyê Mêrdînê bispêrin axê.
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ji bo li ser wesayeta wî li Amedê bispêrin axê, bi balafirê anîn Êlihê. Ji ber ku qedexeya zarokên Kavak a ketina Tirkiyeyê hene nekarîn bi cenazeyê bavê xwe re bên Tirkiyeyê, hevsera Kavak Nurten Kavak bi cenaze re hat. Cenazeyê Kavak şevê din saet di 22.00'an de anîn Balafirgeha Êlihê.
Parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Sebahat Tuncel û Ayla Akat, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Koçak, rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê û bi hezaran kesan cenazeyê Kavak pêşwazî kirin. Cenazeyê Kavak piştî jî balafirgehê hate girtin bi konvoyeke qelebalik birin Nexweşxaneya Yaşam ê. Di pêşwazîkirina cenaze de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê slogan hatin berzkirin.
AKAT: TU BI XÊR HATÎ KURDISTANÊ
Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat li vir axaftinek kin kir û wiha got: "Serê gelê Kurd saxe be. Dibe îro me hevalê Cemal winda kiribe. Lê li şuna wî bi hezaran kesan cih girtin. Ala wî zarokên wî dewr girtin. Em li vir soz didin. Em dê têkoşîna wî bidomînin. Bila hemû kes vê bizanîn. Tu bi xêr hatî Kurdistanê."
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sehahat Tuncel jî salên bi Kavak re xebitîn bi bîr xistin û wiha got: "Qîmeta wan rojan daye jinê îro di nameyan xwe de jî aniye ziman. Hevalekî jinan bû. Em ê vê yekê her tim wisa bizanin."
Herî dawî hevsera Kavak Nurten Kavak axivî û wiha got: "Piştî salên dirêj vegeriya Kurdistanê. Îro li vir bi hezaran kesan pêşwazî kir. Vê yekê bizane li şûna te dê bi hezaran kes cih bigirin. Tu li ser axa Kurdistanê rehet razê."
Piştî axaftinan ji bo cenaze saet di 10.00'an de beri bi Amedê ve vê derxistin banga saet di 09.00'an de li ber nexweşxaneyê kom bibin hate kirin. Cenazeyê Kavak dê li Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin û pişt re dê li Goristana Deriyê Mêrdînê bispêrin axê.