Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan gotinên çapemeniya Tirk ên ku der barê naveroka hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derewand û got; “Ez vê bi aşkereyî ji hemû gelê me re dibêjim. Tişta ku me ji hevdîtinê fêm kiriye, ew e ku Rêbertiyê tevlîbûna gel a bo pêvajoyê kêm dibîne.” Karayilan da zanîn tezkereya ku hate derxistin ji yên berê cûdatir û got; “Ev yek tê wateya destpêkirina şerê li hemberî hem Kurdan, hem Sûriye, Îranê, Iraqê jî.” Karayilan da zanîn ku hukûmeta AKP’ê li pey xeyala Osmaniyê ketiye û dixwaze Sûriyeyê bike eyaletek a Tirkiyeyê.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna da ANF û Stêrk Tv de komploya 9’ê Cotmehê, hevdîtinên bi Ocalan re, tezkere, çalakiyên gerîlayan, pêjajoya Osloyê, kongreya AKP’ê û pêşketinên li Sûriyeyê nirxand.
Karayilan armanca komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, nirxand û got; “Armanca komployê ew bû ku xeta îdeolojiya Rêber Apo bê hêzê bike û tevgerê tasfiye bikin. Lê îro xeta îdeolojiya Rêber Apo ji her demê zêdetir li Rojhilata Navîn xurt bûye. Her kes vê dizane. Tevgera me dê îro komployê bi temamî ji holê rabike, ji bo komployê bi temamî ji holê rake, dest bi hamleyek berfireh kiriye. Di aliyê dîplomatîk de jî li her aliyên cîhanê xebatê dimeşîne. Dîsa berxwedana gelê me li Ewropayê, li derveyê welat û dîsa tevgera li Kurdistanê dest bi hamleyek berfireh kiriye. Gelê me li ber xwe dide, ev 25 roj in girtî di grevên birçîbûnê de ne. Azadiya Rêber Apo tê wateya bi temamî pûçkirina komployê.”
Karayilan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û gotinên çapemeniya Tirk ên ku der barê naveroka hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Karayilan got; “Qaşo dibêjin Rêbertiya me vê hamleya hatiye destpêkirin di cih de nabîne. Evane ne rast in. Hevdîtin di demek kurt de pêk hatiye. Kurtahiya wê ev e. Peyama Rêbertiya me ew e ku dibêje pêwîst nedikir ku hûn di vê pêvajoyê de bên, ji niha û pêve jî pêwîst nake hûn bên. Her roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev ne tiştek normal û erzan e. Divê bi awayeke cidî nêzî vê yekê bibin. Hewceyî bi hatin û çûnê tune. Bi kurtî peyama Rêbertiya me wiha ye. Ev daxuyanî ji bo tevger û gelê me jî tiştên pêwîst dideyne holê. Divê her kes li cihê ku lê ye berpirsyartiyên xwe bînin cih. Divê bixebitin. Helwesta rêbertiya me jî di vê çarçoveyê de ye. Lê tiştên ku çapemeniya Tirk gotine ne rast in.”
OCALAN TEVLÎBÛNA GEL KÊM DÎDTIYE
Karayilan got; “Ez vê bi aşkereyî ji hemû gelê me re dibêjim. Tişta ku me ji hevdîtinê fêm kiriye, ew e ku Rêbertiyê beşdarbûna gel a bo pêvajoyê kêm dibîne. Rêbertiya me jî û hevalên li wir jî helwestek nîşan dane. Ev çi helwest e? Di bingeha wê de tecrîd heye. Niha hinek radibin û dibêjin tecrîd tune ye, Ocalan bi xwe hevdîtinê naxwaze. Dewlet ji derve re wiha dibêje. Ji raya giştî re, ji gel re vê dibêjin. Lê rastî wiha ye; Piştî ku Rêbertiya me lîstokên dewletê dît, helwest nîşan da û xwe ji hevdîtinan vekişand, wê demê fermana serokwezîr tecrîd danîn ser Rêbertiya me. Hemû parêzerên wî hatin girtin. Piştî wisa bû Rêbertiya me jî got ‘Ez naxwazim hevdîtinê di şert û mercên hûn dixwazin de pêk bînim. Divê beriya her tiştê parêzer serbest bên berdan. Divê tu kes neçe û guhdarî wî neke, divê êdî parêzer ji niha û pêve neyên girtin. Rêbertiya me ne girtiyek ji rêzê ye ku tu wî teslîm bigirî û bi wî awayî hevdîtin pêre bidî pêkanîn. Ev di heman demê de helwestek berxwedanî ye. Ev yek tê wê wateyê ku em kiryarên mêtîngeriya dewleta AKP’ê qebûl nakin.”
HEVDÎTINA DI TECRÎDÊ E JÎ NABE
Karayilan destnîşan kir ku heta Ocalan di tecrîdê de wateya hevdîtina bi malbatê an jî hevdîtinek din normal tune ye û wiha domand; “Şerrek heye, êrîş hene. Ya girîng ew e ku divê ev rawestin. Helwesta Rêbertiya me, tiştên li wir diaxivin, tê wateya vê yekê. Li wir tecrîdek heye, Rêber Apo û hevalên li wir helwest nîşan dane. Niha girtiyên din ên zîndanan jî tevlî vê pêvajoyê bûne. Tişta ku ez li vir weke encamê bibêjim, dewleta Tirk manuplasyonê dike. Berovajî dike. Lê îro berxwedana li Îmraliyê berdewam dike, berxwedaneke bi wate ye.”
Karayilan wiha berdewam kir; “Me berê jî daxuyanî dabûn. Ger dewleta Tirk bi rastî jî jidil dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, deriyê me ji bo vê yekê vekirî ye. Divê dewleta Tirk ji bo vê yekê biryarekê dibe, projeyek deyne holê. Ger bi rastî jî projeyek wisa jidil hebe, jixwe em jî dixwazin ku pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê em jî dizanin ku tiştek wiha tune ye. Axaftinên Serokwezîr û axaftinên hin wezîran vê yekê nîşan didin. Bi xwe re jî di nakokiyan de ne. Evan e axaftinên taktîkî ne.”
PÊVAJOYA OSLOYÊ 3 SAL DOM KIR
Karayilan der barê pêvajoya hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û dewleta Tirk de pêk hat de jî agahî da û got; “Pêvajoya Osloyê 3 sal berdewam kir. Ev hevdîtin li Osloyê jî û li Îmraliyê jî bi dawî bûn. Protokol li ser wî esasî hatin nivîsandin. Heyetê diyar kir ku ew ê van protokolan pêşkêşê serokwezîr bikin û divê hukûmet biryarê bide. Gotûbêj bi dawî bibûn. Hinekan digotin ma hûn dê muzakereyan bikin, me jixwe kir. Her tişt made bi made hatin nivîsandin. Heyetê bir û telsîm kir. Wî bi xwe bersivê neda. Bûyera Farqînê qewimî, jixwe bûyerên wiha beriya dema hevdîtinê jî diqewimîn. Vê kirin hincet û şer îlan kirin. Ev salek e em dibêjin ku AKP pêvajoyê xirab kir. Dewleta Tirk, çapemeniya wê, AKP got “Na, PKK’ê xirab kir’. Beriya hefteyekê serokwezîrê di axaftinek xwe de diyar kir ku ew di hevdîtinên Osloyê de ne jidil bûn û me dawî li hevdîtinan anî. Lê ev saleke vê înkar dikin.”
PÊVAJOYA OSLOYÊ ÇIMA BI DAWÎ BÛ?
Karayılan diyar kir ku AKP’ê dît ku li herêmê dîzyanek nû çêdibe û AKP ji vê yekê tirsiya û wiha domand; “Gotin ger em di pêvajoya Osloyêd e hin mafan bidin Kurdan, dê Kurd di vê dîzayna nû ya herêmê de statu bi dest bixin. AKP û dewleta Tirk ji vê yekê tirsiyan. Ji ber wê jî li aliyekê hevdîtinan bi me re pêk dianîn. Li aliyek din ji bo me tune bikin bi Îranê re hevdîtin pêk dianî.”
Karayilan da zanîn ku di meha tîrmehê de hevdîtinan bi dawî kirin û li Qendîlê dest bi şerr kirin û wiha got; “Pêşî hewl dan ku bi hev re pirsgirêka Kurd ji rojevê derbixin. Dê çi kiriban? Dê Başûrê Kurdistanê bi rêbazên siyasî, dîplomatîk û aborî xistiban bin kontrola xwe û PKK’ê jî bi rêbazên tundiyê tasfiye bikiriban. Dê Kurdan bê hêz bikiriban. Armanca wan ev bû. Piştre pirsgirêkên Îran û Tirkiyeyê di meseleyên Sûriye û Lîbyayê de çêbûn. Îranê xwe ji vê konseptê vekişand. Tirkiye niha bi desteka YE û DYA’yê vê konseptê dimeşîne. Ji wana hin soz girtiye. Dixwazin Kurdan bê hêz bihêlin. Dixwazin têkiliya xwe bi hin Kurdan re çêbikin û Kurdên din jî bê hêz bikin.”
AKP LI DIJÎ TAKTÎKA GERÎLA TÊK ÇÛ
Karayilan destnîşan kir ku ger nêta aştiyê hebûya dê 8 hezar kes neavêta zindanan û wiha got: “Xuyaye ku dixwazin me qels bikin. Dixwaze di qada leşkerî de encamê bigire. Tevgera me jî hamle da destpêkikirin. Bi taktîkên nû ev pêş xist. Ew li dijî vê ne amade bûn. Qereqolên xwe bi teknolojiyê amade kiribûn. Digotin qey dê li hemû Kurdistanê kontrol destê wan de be. Lê gerîla bi taktîka xwe ya nû hakimyet pêk anî. Li şûna taktîka lêbixe- bireve, taktîka ‘lêbixe- qadê- bigire- hakimiyetê avake’ pêk anîn. Dema wisa bû bê amadekarî hatin girtin û têk çûn. AKP niha li hemberî tevgera me bê encam maye. Têk çûye. Dema wisa dibe, hewl dide hin hêviyên din bidin kurdan. Di esasa xwe de zihniyet guhertiye. Bi rastî zihniyet biguhre, biryarê bidin çareseriyê bi riyên demokratîk em jî ji bo vê amadene. Xuyaye ku hin manewrana dikin.”
AKP ÎSLAMIYETÊ BI KAR TÎNE
Mûrat Karayilan anî ziman ku AKP’ê di vê kongreyê de bi giştî netewperetiya tirk derxistiye pêş û got: “Senteza îslama-tirk derxist pêş. Îslamiyetê ji bo berjwendiya tirk bi kar tîne. Yanî berjwendiyên xwe esas digire. Divê dest ji van nêzîkatiyan berdin. Heqîqeta kurd derketiye pêş. Cîhan vê rastiyê dibîne. Ger polîtîkayên asîmîlasyonê weke salên destpêka komarê encam bigirta dikarîbî bibûya. Lê kurd li ber xwe didin. Ev nabe. Serokatiya wan heye, hebûna wan li holê ye. felsefeya xwe afirandiye. Tu hêz nikarere kurdan ji holê rake.”
KURD DI ŞERÊ MEZHEBÎ DE NABE ALÎ
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Geşedanên Rojhilata Navîn hemû cihanê eleqeder dike. Cîhanek du parçe ava bû. Îro tu taybetiyên vî şerî herêmê heye. Yek, hêzên herêmî û global ji serdestiya xwe têdikoşin. Ya duyemîn jî têkoşîna li herêmê didome li ser têkliyê mezhebî kûr dibin. Di pêvajoya pêş de xeteriya ku bi giştî dê vegere şerê mezhebî heye. Ev niha jî heye. Lê her diçe kûrtir dibe. Ev ji bo berjewendiyên gelan, dê texrîbatan pêk bîne. Divê li dijî vê bê sekinandin. Divê şerê mezhebî tune be. Divê hêzên biratiya gelan, demokratîk bên cem hev. Hewcedarî bi vê heye.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan got; “Cihê Kurdan li vê derê pir girîng e. Li gorî me gelê kurd di vî şerî de di esasa mezhebî de kurd divê hebin alî. Divê weke eniya sêyemîn têbikoşin. Ev girîng e. Ji bo pêşeroja gelê kurd siyaseta îro tê meşandin girîng e. Gelê kurd li herêmê wekî prensîb divê alîgirê aşitî û azadiyê bin. Divê em bizanin ku berjewendiya me di aşitî û demokrastiyê de heye. Alîgirtin nabe. Divê em di xeta serxwebûnê de israr bikin. Berjewendiyên me yên netewî li ser vê esasê ne. Ya herî girîng di nav gelê me de îro sunnî, elewî, şîî, yarsan û êzîdî hene. Yanî di nav kurdan de baweriyên cuda hene. Ji bo parastina yekitiya netewî ji bo yekitiya kurdan divê em di nava vî şerê mezhebî de cih negirin. Ger alî bê girtin dê kurd parçe bibin. Em wekî tevger li hemberî hemû baweriyan rêzdarin. Ev hemû dewlemendiyên kurdane. Divê bên parastin. divê hemû bi azadî îbadeta xwe bikin. Divê bi rêbaza netewa demokrastîk nêzî van bibin.”
DIVÊ BAŞÛR XETA NETEWEYÎ ESAS BIGIRE
Karayilan destnîşan kir ku ji îro zêdetir divê siyaseta kurd di stratejiya netewî ya demokrstîk de bê cem hev û wiha got: “Neyê cem hev jî divê, parçe parçe nesekine. Bi taybetî tevgerên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê xeta netewî ya demokratîk esas bigire. Ev gelek girîng e. Em di her şertî dê vê xetê esas bigirin. Ji bo ev li hemû Kurdistanê bicih bibe çi bikeve ser milê me em dê bikin. em vê ji bo hemû Kurdistanê dinirxînin. Di vê dema ku Rojhilata Navîn dikele de divê kurd bibin yek û bi stratejiya rast statuya xwe bi dest bixin. Divê gelê kurd nebe kol e. Statuyê qezenc bike. Riya vê jî bi stratejiya yekitiyê pêkane. Divê li nêz hev cih bigirin. Di vî şerê herêmî de divê ligel demokrasî û aştiyê bin. ev ji bo gelê kurd gelek girîng e. Ev tesbîta esas ya tevgera me ye. em ji vir şûnde ji bo vê zêdetir dê bixebitin. Em dê nebin leşkerê tu kesî, emê bibin leşkerê xwe. Kengî em bûn leşkerê xwe wê demê emê bi ser bikevin. Em xwedî bingeh û dîrok in. Ger em siyaseta rast bimeşînin em ê ser bikevin.”
EV TEZKERE NAŞIBE YÊN BERÊ
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê tezkereye bi hevkariya hikumeta AKP’ê û MHP’ê di meclîsê de dan qebûlkirin jî wiha nirxand: “Ev tezkere naşibe yên berê. Berê tezkere ji bo Başûrê Kurdistanê derdixistin. Nav didanîn ser. Niha AKP’ê ev guhert. Li dijî hemû dewletan çêkir. Du sedemên vê hene. Yekem; Di demê ku herêm tevlîhev dibe de û herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, AKP naxwaze Kurd statûyê bi dest bixin. Ji ber vê çendê li dijî Kurdan biryarek wisan girt. Ji ber vê çendê ev ji bo Başûrê Kurdistanê heta ji bo Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji xwe li Bakûr 15 herêm weke herêmên leşkerî îlan kirine. Dema bixwaze dê mudaxele bike. Vê ji bo gefan dixwe. Duwem jî; di wateyekê de ev tezkere li dijî hêzên herêmê amadekariya şer e. Ji ber ku di demê pêş me de dibe ku şerê li Sûriyeyê berfireh bibe. Tirkiye bi fikrên Osmaniyan xeyalên nû ji xwe re çêdike.”
TIRKIYE DIXWAZE SÛRIYEYÊ BIKE EYALET
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Karayilan derbarê armanca gotinên Erdogan ya di Kongreya AKP’ê de gotibû ‘armanc 2071’e jî destnîşan kir, “Bi şêwaza Osmaniyan li ser Sûriyeyê plana çêdikin. Dixwazin Sûriyeyê bikin eyeletek a xwe. Li gorî wan di vê mijarê de pêwîste Kurd nebin asteng. Ji bo vê çendê dixwazin hemûyan bixin bin desthilatdariya xwe. Her wiha ev tezkere tê wateya şer li hember Kurdan, Sûriye, Îran û Iraqê bidin destpêkirin. Li Sûriyeyê top hatine bikaranîn. Guleyek ya tope li Akçakaleyê ketiye û 5 mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Lê belê em niha hîn dibin ku, Tirkiye ji 23’ê û vir ve topbaranê dike. Dixwaze dest bavêje destkeftiyên kurdan. Ger AKP’e tiştek wisan bike, ev tê wateya destdirêjiya rûmeta hemû Kurdan kiriye.”
GER AKP HEWIL BIDE LI PÊŞIYA AZADIYA KURDAN BIBE ASTENG, DÊ HEMÛ KURD TÊBIKOŞÎN
Karayilan bal kişande ser destdirêjiyên AKP’ê yên li pêşiya azadiya Kurdan û AKP wiha hişyar kir: “Di pêvajoya ku Kurd jî hewil didin êdî azad bibin, ger AKP’e hewil bide bibe asteng, dê hemû Kurd li hemberî vê têbikoşin. Pêwîste ev yek wisa bê zanîn. Divê AKP dînîtiyek wisan neke. Niha nikare vê yekê bike. Bi vî awayî hewil dide hêzên navnetewî bandor bike. Ger sibe derfet bibîne dê vê bike. Kengê bike bila bike dê hemû Kurd li dijî wan rawestin. Di vê mijarê de tu kes nikare tekoşîna gelê me birawestîne. Gelê me xwe rêxistin kiriye. Bi îddîayek mezin derketiye holê. Li herêmê hêzeke, aktorek e. Tu kes nikare ji nedîtî ve bê. Divê Kurd li ser vî bingehî bibin yek. Pêwîste siyaset bibe yek. Heya roja îro tekoşîn didome, lê pêwîste ev hînbêhtir kûrtir bibe. Em weke tevger, ji vê rewşa ku herêm tê de ye dikarîn destekeftiyên mezin bidest bêxin. Pêwîste mirov vê demê baş bikar bîne. Pêwîste hemû sazî û dezgayên siyasî yên Kurdan bi berpirsyartî nêzî vê pêvajoyê bibin û xeletiyan nekin. Pêwîste tu kes berjewendiyên rêxistinî bingeh negire. Pêngava ku me li Bakûr daye destpêkirin destê hemû Kurdan bihêz kir. Me bi textîkên nû bersiva êrîşên AKP’ê dan û vê yekê tekoşîn gihand merheleyekî din. Tu kes alîkariyê nade me. Heya niha pêvajoyên Oslo û Îmraliyê hebûn. Lê belê me niha fêm kir ku, dixwazin me bi zorê tune bikin. Bi hezaran mirovên me hatin girtin, ji xwe pêwîst bû me jî bersiva vê daba. Di encam de me pêngavek wisan da destpêkirin. Û me tekoşîn gihand merheleyekî din. Pêwîste ev wisan bê zanîn. Ev pêvajoyên ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê pêşketin, îro ji her demê zêdetir destê Kurdan bihêz kiriye. Pêwîste mirov vê baş û rast binirxîne.”