Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang li gelê Kurd kir ku vebûna dibistanên Tirk boykot bikin û têkoşîna li hemberî qirkirina çandî xurt bikin. Karasû, destnîşan kir ku di avakirina sîstema nû ya Kurdan de pêngava yekemîn ku Kurd jê dest pê bikin perwerde ye.
Mûstafa Karasû di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo perwerdehiya zikmakî boykot çalakiyek pîroz e” ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de hat weşandin de banga xurtkirina boykotê li gelê Kurd kir û xwest zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Karasû got; “Bê guman, divê li gel perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê Kurdî di qadên gelemperiyê de bê karanîn. Her çendî li tevahiya Tirkiyeyê Tirkî zimanê fermî be, lê divê li herêma Kurdan zimanê fermî Kurdî be. Kî dixwaze kîjan ziman di gelemperiyê de bi kar bîne, bila bi kar bîne.”
Nivîsa Karasû wiha ye: “
Beşek mezin a polîtîkayên şerê psîkolojîk a ku hukûmeta AKP’ê ji bo xapandin û mijûlkirina Kurdan bi kar tîne, hatiye pûçkirin. Her çendî li gel bûyera Dîlokê şerê psîkolojîk ê careke din gurr bike jî, gelê Kurd êdî ji vê şerê psîkolojîk bandor nabe. Zext ewqas zêde bûne û qirêj bûne ku, rûyê rast ê dewleta Tirk û hukûmeta AKP bi aşkereyî derketiye holê. Vê rastiyê têkoşîna Kurdan gihandiye asteke nû. Kurd êdî dê ne tentê têbikoşin, dê ligel têkoşînê xebatên avakirina sîstema xwe ya azadiyê jî bimeşînin.
Hin tiştên ku hukûmeta AKP’ê û çapemeniya alîgir di çarçoveya şerê psîkolojîk de kirin, hewl hatiye dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke hin pêngavên baş bên nîşandan. Gotine qey dê hin tişt di warê çand û ziman de têkoşîna azadiya gelê Kurd bide rawestandi. Gelê Kurd vê yekê baş ditîye ku evane ne ji bo çareseriyê, ji bo ku ji çareseriyê birevin û qirkirina çanedî rojevê de bihêlin. Bi vekirina TRT 6 û dersên vebijêrk a Kurd, pirsgirêka Kurd çareser nakin, dixwazin polîtîkayên qirkirin û înkarê yên li hemberî Kurdan bi rêbazên nû bimeşînin.
Tu pêngavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nehatine avêtin. Polîtîkayên AKP’ê hedefa polîtîkayên qirkirina çandî ya Kurdan ji holê ranekiriye. Heta, pêngavên hatin avêtin ji bo nixumandina qirkirina çandî hatine bikaranîn. Bingehê pirsgirêka Kurd ew e ku vîn û rêveberiya gelê Kurd were naskirin. Ligel vê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û gelemperiyê, divê teqez ev yek pêk were. Heta ev her du pêk neyên, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Heta ev her du pêk neyên polîtîkayên qirkirin çandî jî bi dawî nabin.
Gelê kurd êdî dixwaze wekî gelekî xwe bi rê ve bibe. Naxwaze di bin serdestiya siyasî de bimîne. Pergala serdest ya siyasî ya ku heta îro hatiye kurd bi tunebûnê re rû bi rû hiştine. Di bin vê serdestiyê de qirkirina çandî jî meşandine. Ji ber vê yekê kurd dê vê qirkirina çandî bidin sekinandin, her wiha hedef dikin ku Tirkiyeyek demokratîk ya ku qirkirina çandî ya li hember kurdan nafikirine biafirîne. Ev jî vê yekê pêk tîne ku kurd dê xwe bi rêve bibin, yanî dê xweseriya demokratîk pêk were.
Kurd êdî naxwazin ku di bin serdestiyê de û di bin pergala qirkirina çandî de bijîn. Bi giştî dixwazin ji vê pergalê qut bibin, rizgar bibin. Her ku yekitiyeke çêbibe jî ev jî dê ji qutbûna pergalê pêk were û dê bi avakirina rêveberiyên xwe pêk werin. Di hestan de, di nêrînan de di helwestanan de êdî ji vê mêtîngerî û qirkirinê qut dibe û di nava pergala xwe ya demokratîk de dixwaze bi awayekî azad bijî. Ji ber ku tu saziyeke dewleta tirk ne aydê kurdane û ji bo kurdan tu rewatiya wê nemaye.
Esasa pergala qirkirinê ya ji bo kurdan jî pergala perwerdehiyê ya heyî û dibistan in. Ev zarokên kurdan perwerde nake, mekanîzmaya dirêjkirina qirkirina çandî ye. Aşê qirkirinê ye. Ev aşên qirkirinê heta ku bixebite hebûna kurdan di xeteriyê de ye. Îro zarokên kurdan ji bo pergala vê perwerdehiyê hatine mecbur kirin, çûyîna van dibistanan hatine ferzkirin. Dixwazin kurdan berbi qirkirinê bibin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê çûyîna dibistanan hatiye ferzkirin. Bi vê yekê jî têr nebûne, zarokên li malên xwe kurdî diaxivin jî hatine cezakirin. Sedema esas ya perwerdehiya 8 salan jî dîsa qirkirina çandî ye. Di demeke nêz de 4+4+4 anîn rojevê û perwerde anîn 12 salan. Vê jî kurdan rastî qirkirinê tînin. Dibe ku bendewariya hikûmeta AKP-fetullahiyan ji pergala 4+4+4 hebe lê ya esas ev e ku kurdan rastî qirkirinê bînin.
Hinek Kurd dikarin bêjin “zarokên me çiqas baş dixwînin”. Lê belê bêy ku bihizirin dê çi bi xwe re bîne! Perwerdeyên niha yên heyî ji bo qedandina Kurdîtiyê hatine avakirin. Jixwe pêşbirka ketina zanîngehê jî, pêşbirka qirkirina çandî ye. Jixwe pêwîste Kurd jî perwerdeyê bibînin, lê belê pêwîste wisan nebe. Pêwîste Kurd li dibistanên çand û zimanê xwe fêrbûyî bixwînin. Di sîstema perwerdeya Tirk de xwendin ne serbilinndiyek e. Xwendina di van dibistanan de tiştekê bi Kurdan nade qezenckirin, tam berevajî dide windakirin. Di van dibistana de nexwendin, hezar qat ji xwendinê baştir e. Raste qismek yê di van dibistanane de dixwînin Kurdîtiya xwe ji bîr nakin, Kurdîtiya xwe diparêzin. Lê belê di van dibistanane de rêvebirina sîstema qirkirina çandî û kûrkirina wê vê yekê bê wate dike. Ji ber ku çavkaniyên bingehîn yên Kurdîtiyê di van dibistana de têne mezaxtin. Di vî alî de teqez ji bo vê qirkirina çandî rêyek din ya nû were dîtin. Di nava vê sîstemê de qedandina amadeyî û zanîngehê, pêwîste neyê jibîrkirin ku xizmeta sîstema qirkirina çandî û dibe parçeyek yê vê sîstemê.
Ger rêyek din ji bo sîstema dibistan û perwerdeyê neyê dîtin, ne dikarin xwe ji qirkirina çandî rizgar bikin, ne jî azadî tê qezenckirin. Ji ber vê sedemê boykotkirina sîstema perwerdeya heyî û li ser vî bingehî destpêkirina perwerdeyekî girêdayî Kurdî gelek girîng e. Dema ku Kurd sîstema xwe ya azad ava dikin, pêwîste destpêkê ji vê derê dest pê bikin. Ger dayîk û bav zarokên xwe bişînin dibistanên vê sîstema perwerdeyê, tê wateya berxê emanetê gur dikin. Tê wateya bigirin van zarokên me bikin Tirk, di qirkirina çandî de derbaz bikin.
Ji ber vê çendê bi vebûna dibistanê re boykot di astek mezin de pêk anîn; pir girîng e ku malbat bi zarokên xwe re bimeşin ber Midûriyetên Perwerdeya Neteweyî (bajar û navçe). Bi vê boykotê helwest nîşandayîn; ber bi midûriyetên bajar û navçeyan ve meşiyan, perwerdeya zikmakî xwestin li dijî vê sîstema perwerdeyê helwestek bi hêz danîna holê ye.
Hukûmeta AKP’ê aşkera kir ku, malbatên bixwazin perwerdeyê bibînin, dikarin hefteyê du demjimêran dersa Kurdî bibînin. Ger Kurdî bibe dersa vebijêrk, li aliyên din yên Tirkiyeyê jî dikarin çêbibin, pêwîste çêbibin jî. Lê pêwîste ji bo herêmên Kurd lê zêde dijîn, perwerdeya zikmakî bê xwestin. Pêwîste ji bo Kurdan bê xwestin û bê diyarkirin ku dersa vebijêrk têr nake. Ti zimanên zikmakî nabin dersên vebijêrk. Dersa vebijêrk, heqareteke li gelê Kurd û zimanê Kurdî tê kirin. Bi boneya vebûna dibistanan pêwîste boykot bi hêz were pêkanîn û daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî bê bilindkirin, îsal pir girîng e.
Bê gûman li gel perwerdeya zimanê zikmakî, pêwîste zimanê Kurdî li qada gelemperî jî bê bikaranîn. Her çendî zimanê Tirkî li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî jî be, zimanê Kurdî jî dê li herêmên ku Kurd lê zêde dijîn bibe zimanê fermî. Yê bixwaze di gelemperiyê de kîjan ziman bikar bîne dê wî bi kar bîne. Niha li tevahî cîhanê sîstema tê bikaranîn ev e. Ev sîstem bûye yekem pîvana demokratîkbûyînê .
Ger zimanek nebe zimanê perwerdeyê, ew ziman ji asîmîlasyon û qirkirinê rizgar nabe. Ji ber vê sedemê gotina Serokwezîr ya “me dest ji înkar û asîmîlasyonê berda” derewek mezin e, demagojî ye. Înkar jî, asîmîlasyon jî û qirkirina çandî jî berdewam dike. Îro gotina “Kurd hene”, ji bo Kurdîtiyê di şertên nû xilas bikin tê gotin. Dersa vebijêrk ji bo asîmîlasyonê binixumînin û zimanê Kurdî ji holê rakin dixin rojevê. Hinek nermbûnên di qada çandî de jî, ji bo qirkirina çandî binixumînin têne kirin. Dema ku hînbûna zimanê Kurdî ya li zanîngeh û TRT 6’ê (Ev nav hêj nehatiye pejirandin) hate rojevê, Îlker Başbûg û berdevkê wî gotibû “hemû pêngavên pêşiya yek netew-yanî qirkirina çandî negirin dikarin bêne avêtin” û çima xistine pratîkê jî îtîraf kiribûn. Çareseriya liberal demokrat (Îlker Başbûg wisan bi nav dike), aniha sîstema qirkirina çandî ku Erdogan hewl dide weke çareserî bi Kurdan bide xwarin ev e.
Pêwîste Kurd di sala nû ya perwerdeyê de dibistana boykot bikin û li dijî qirkirina çandî tekoşînê bilind bikin. Pêwîste di hemû qadan de sazîbûnên demokratîk û sîstemên azadiyê yên xwe avabikin û pêngava biavêjin. Îro li Rojavayê Kurdistanê ev yek pêktê. Kurd di serî de di qadên perwerde, edalet û xizmetên civakî de sîstema xwe ya xwesertiya demokratîk ava dikin.
Li Bakûrê Kurdistanê sîstema perwerdeya Kurdî dikare were avakirin. Gotinên alîgirên AKP’ê yên ger perwerdeya Kurdî bê pejirandin jî pêk nayê demagojî ye. Jixwe Huseyîn Çelîkê qaşo Kurd dibêje, ger perwerdeya zimanê zikmakî çêbibe jî Kurd zarokên xwe naşînin, raxistiye berçavan ku çawa nêzî perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Sîstema perwerdeya Kurdî dikare aha niha bê avakirin, bav û dayîkên Kurdan dê zarokên xwe bişînin vê derê. Ji ber ku sîstema perwerdeya Tirkî li Tirkiyeyê neçarî ye, di nava Kurdan de mamostayên bikarin perwerdeyê bidin tune bûn. Ji ber vê sedemê hemû kesên xwendin û nivîsa wan heyî kiribûn mamoste. Evane heya pola sêyem zimanê Tirkî fêrî zarokan dikirin. Niha jî ji bo Kurdan gelek mamostayên ku perwerdeya dibistana seretayî bidin hene. Ger biryara perwerdeya zimanê Kurdî hebe, ciwanên Mexmûrê ji bo destpêkirina sîstema perwerdeyek wisan têr dikin. Herî kêm dê ji pola yekem dest pê bikin, di nava çar salan de dê sîstema dibistana seretayî bê rûnişkandin. Di duwemîn çarsalên de dibistana navîn, di sêyemîn çarsalên din de jî sîstema amadeyî (lîse) dê bê rûnişkandin. Ger bê xwestin dikarin sîstema perwerdeya Kurdî îsal jî dest pê bikin. Ya girîng niyet e. Ger şivan bixwaze dikare ji ava nêrî mast çêbike! Ya girîng guhertina ferasetê û biryar e. Piştî ku ev çêbûn, li pey sîstema perwerdeya Kurdî de dê weke goreya kêliya wê vedibe dê bê.”