Jinên BDP'yî li dijî AKP’ya şerxwaz çalakiya rûniştinê pêkanîn

Jinên BDP'yî li dijî AKP’ya şerxwaz çalakiya rûniştinê pêkanîn

Jinên BDP'yî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên di şer de bi israr çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Jinên BDP'yî bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên şerxwaz li ber avahiya BDP'ê ya Wêranşarê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya de pankarta "Bila Erdogan destê xwe ji Sûryeyê bikişîne" hate vekirin û dowîzên "Tecrîd sûçê mirovahiyê ye" û "Ji şer re na, ji aşitiyê re erê" hatin hilgirtin.

Li ser navê jinên Endama BDP'ê Emîne Çetîner daxuyanî xwend û diyar kir ku, divê AKP'e dest ji polîtîkayên xwe yên ewlehiyê berde. Çetîner anî ziman ku, ji bo ku pêşiya mirinan bê girtin pêwîste AKP dest ji dijminahiya kurdan berde û wiha axivî: "Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin, pêwîste tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û demildest muzakere destpê bikin." Çetîner bal kişand ser girtinên keyfî û wiha pê de çû: "Bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Divê girtiyên siyasî serbest bên berdan. Heke berpirsiyarê kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin AKP ye."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştin pêk hat. Di dema çalakiyê de dayîka bi navê Îde ji polîsan re got: "Êdî bese, dayîk şer naxwazin, bila ne gêrîla û ne jî leşker jiyan xwe ji dest bidin. Leşker jî, gêrîla jî zarokên me ne." Piştî çalakiyê jinan demek dirêj slogana 'Bijî serok Apo' berz kirin.