Zaroka binavê Fatma Erddem ya ku di êrîşa bombeyî ya li Dîlokê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Jimara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn giha 10’an.
Zaroka binavê Fatma Erdem ya 10 salî ku di teqîna 20’ê Tebaxê di roja duwem ya Cejna Remezanê de li Dîlokê rû dayî birîndar bibû û li Edeneyê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da. Li gorî vê jimara kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn giha 10’an.
Li aliyê din Walî Erdal Ata aşkera kir ku, jimara kesên di têkildarî êrîşê hatine binçavkirin gihan 13’an. Hate hînbûn ku, yek ji kesê hatiye binçavkirin alîkarê Sermidûrê dibistanek Seretayî ya li Sîwereka Rihayê ye.