Gêrîlayên YJA Starê ku di van demên dawî de çalakiyên xwe zêdekirin, ragihand ku di çalakiyên li Gever û Qilabanê li darxistîn de, 2 erkdarên ewlekariyê yên taybet hatine birîndar kirin.
Li gorî daxuyaniya ji Navenda Çapemeniya YJA Starê hatî kirin de, di 26’ê Tebaxê demjimêr di 17.00’an de navbera gêrîlayên YJA Star û hêzên dagirker yên artêşa TC’yê ku li nêzî baregeha leşkerî ya Sînek ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve derketîn operasyonê pevçûn rû daye.
Hate ragihandin ku, “di pevçûna demjimêrekê berdewam kirî de leşkerek yê artêşa Tirk hatiye kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji herêmê dûrxistine. Herêm ji aliyê artêşa Tirk ve bi hewan û obîsan ve bê serûber hatiye topbaran kirin.
YJA Starê çalakiya li dijî bajarokê Xirwate ya ser bi navçeya Geverê ve jî girte ser xwe û ev agahî dan: “Di 26’ê Tebaxê 21.30’an de gêrîlayên YJA Starê li dijî qereqolek ya bajarokê Xirwate ya ser binavçeya Gevera Colemêrgê ve ku hêjan çêkirina wê dom dike çalakiyek pêkanîn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, 2 erkdarên ewlekariyê yên taybet birîndarbûne û 2 makîneyên kar yên di çêkirina qereqolê de dihatin bikaranîn şewitandine û îmha kirine.