Ji YJA-STAR li Gever û Şemizînanê çalakî: 2 leşker mirin

Ji YJA-STAR li Gever û Şemizînanê çalakî: 2 leşker mirin

Di encama du çalakiyên gerîlayên jin ên YJA-Starê yên li Şemizînan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YJA-Star'ê der barê çalakiya gerîlayêna de agahî da û got; Li Colemergê di çarçoveya tevgera şoreşgerî de ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê li Şemzînan û Geverê 2 çalakî hatine lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 1'ê Îlonê de di saet 10.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê çalakiyek hatiye lidarxistin û hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de tankek derbe xwariye û leşkerek jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Garê û Geliyê Ava Hecibegê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”

Navenda Çapemeniya YJA-Starê ragihand ku di 1'ê Îlonê de di saet 18.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî qereqola Şitazinê li dijî baregeheke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “ Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”