Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xanemey di 16’emîn Civîna Bilind a Tevgera Bêaliyan a ji 120 welatan pêk tê, de axivî û nerazîbûn nîşanî “dîkdatoriya Konseya Ewlekariyê ya NY’yê” da û diyar kir ku welatê wî tu carê hewl nedahye ku çekên atomê bi dest bixin.
Tevgera Bêaliyan a ku ji 120 welatan pêk tê li Tehranê civiya. Civîn bi beşdariya 29 serokdewlet û serokên hukûmetan dest pê kir. Di nava kesên beşdarî civînê bûn de Serokwezîrê Sûriye Waîl El Xalkî, Mîrê Qetarê Hemed Bin Xelîfe û Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh û Sekreterê Giştî yê NY’yê Sekreteri Ban Ki-moon jî cih digirin. Ev civîn weke serkeftinek dîplomatîk a Îranê ya li hemberî Rojavayê tê dîtin.
Îran dixwaze vê rêxistina ji serdema Şerê Sar maye, li hemberî DYA û hêzên mezin ji nû ve zindî bike. Tê payîn ku divê civînê de pêkanînên yek alî yên rojava yên li ser Îranê û binpêkirinên mafê mirovan ên li van welatan bêne şermezarkirin.
Dîsa di civînê de rojevên kevneşopî jî hene; Ji bo demorkatîkkirina Konseya Ewlekariya NY’yê, kêmkirina bandorên hêzên mezin, redkirina destwerdana karên navxweyî yên welatan ( bi taybet jî di çarçoveya rewşa Sûriyeyê de), piştgirîdana avakirina dewleke Filistînê û banga ji bo bêçekkirina nukleerê.
Di civîna Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî Moon jî beşdar bû de, rêberê olî yê Îranê Xanemey axaftina vekirinê kir û got; “Konseya Ewlekariyê ya NY’yê pêkhateyek dîktator, neheq û bi temamî dijî demokrasiyê ye.”
Xanemey got; “Îranê tu carê hewl nedaye ku bombeyên atomî bi dest bixe” û diyar kir ku welatê wî vê bernameya nukleerî ji bo “armancên aşitiyane” bi kar tîne û dê tu carî dest ji vê yekê bernede.
PIŞTÎ 40 SALAN CARA YEKEM RÊBEREK Ê MISIRÊ ÇÛ ÎRANÊ
Serokdewletê Misirê Muhemed Mursî ji bo beşdarî civîna bilind a Tevgera Bêaliyan a ku bi pêşengiya Îranê li Tehranê tê lidarxistin bibe, çû Îranê. Bi vî awayî piştî peymana aşitiyê ya di sala 1979’ê de bi Îsraîlê re hat morkirin û vir ve yekem car e ku rêberek Misirî diçe serdana Îranê.