Ji mitînga Rêxistina BDP'ê ya Wanê ya bi bonaya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar dixe destûr hate dayîn.
Li Wanê di bin pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê dê sibê di navbera demjimêrên 15.00 -17.00'an de li Garaja Şaredariya Wanê mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê li dar xistin. Serlêdana ji bo mitîngê hatibû kirin bersiva erênî hate dayîn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û parlementerên BDP'ê yên herêmê dê tevlî mitîngê bibin.