Rêxistinên sivîl ên Civakî yên Amedê der barê çalakiya birçîbûnê yên bêdem û dorneveger ên girtiyên PKK û PAJK'î dane destpêkirin de civîna çapemeniyê pêk anîn û bang li desthiladarên siyasî kirin ku guh bidin dengê çalakvanên birçîbûnê. Saziyan banga “Ji mirinê re çarêkek ma, tu jî tiştek bike” kirin.
Saziyên Odeya Tabîbên Amedê (DTO), Şaxa SES'ê, Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê, Şaxa TÎHV'ê û TUHAD FED'ê li Salona Civînê ya DTO'yê derbarê çalakiya birçîbûnê yê bêdem û dorneveger ên girtiyan ku ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civîna çapemeniyê li darxistin. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Amedê Cengîz Gunay daxûyanî xwend. Gunay, diyar kir ku çalakiya birçîbûnê yên girtiyan ku di 12'ê îlonê de bi 7 girtîgehan dest pê kir û li girtîgehên bajarên din jî belav bûye kete roja 30'yemîn.
'TEMAŞE NEKIN, TIŞTEKÎ BIKIN'
Gunay, destnîşan kir ku hin agahiyên ku tenduristiya girtiyan ên di çalakiya birçîbûnê de ne nebaş dibe tê ji saziyên sivîl re. Gunay, anî ziman ku ji ber berê de mînakên di çalakiya birçîbûnê de mirin çêbûye, divê tu kes ji vê pêvajoyî re wek e temaşevan nemîn e. Gunay, diyar kir ku niha 60 çalakvanên 30 rojin di çalakiyê de ne di bin gefa jiyanê ya cidî de ne.
BANGA ME JI DESTHILADARIYÊ RE YE
Gunay, bang li desthiladara siyasî kir û anî ziman ku divê guh bide dengê çalakvanên greva birçîbûnê. Gunay, bang li bijîşk û hekîman jî kir û ev tişt gotin: "Yên ji tenduristiya çalakvanên birçîbûnê re berpirsiyar tenduristvanên di girtîgehan de peywirdar in. Divê tenduristvan li gor deklerasyona Malta ya di sala 1992'an de hatiye weşandin tevbigerin. Em wek e saziyên sivîl vê pêvajoyî dişopîn in. Em dê di demeke kin de di serî de piştî me serî li dozgeriya girtîgehan da em dê wek e Çavdêr ê sîvîl mudaxil bibin. Ji bo careke din mirin di girtîgehan de pêk neyê divê herkes bi histiyar û berpirsiyar tevbigere."