Ji KCK’ê bo Franse: Em ê mafê bersivdanê bi kar bînin

Ji KCK’ê bo Franse: Em ê mafê bersivdanê bi kar bînin

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê girtina endamê KNK’ê Adem Ûzûn şermezar kir û ev hişyarî li dewleta Frensî kir; “Em careke din bang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya dijmane berde. Ger dest jê bernede, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dê mafê xwe yê bersivdanê bi kar bîne û dê neçar bimîne ku li hemberî berjewendiyên dewleta Franseyê biryaran bigire.” Her wiha KCK’ê banga xurtkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir.

Di çarçoveya operasyonên li hemberî Krudan de ku ji aliyê “dozgerên super” ên Frensî de Thierry Fragnoli û David Benichou ve tên birêvebirin de Endamê KNK’ê Adem Ûzûn ku ji bo organîzekirina Konferansa Rojavayê Kurdistanê ku dê 13’ê cotmehê de bê lidarxistin, çû Franseyê, di 6’ê cotmehê de li gara trenê ya Montparnasse ya Parîsê hate binçavkirin û di 9’ê cotmehê de bi biryara Dadgeha Parîsê hate girtin. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûne tund nîşanî vê yekê da û dewleta Franseyê hişyar kir.

KCK’ê got; “Di roja destpêkê ya komploya navneteweyî ya 9’ê Comteha 1998 de, li welat û derveyê welat bi çalakiyên xwe yên bi bandor yên protestoyî helwesta xwe ya bi biryar a ji bo bi temamî jiholêrakirina komployê, hatiye nîşandan.” KCK’ê bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Îmraliyê de û got; “Li ser esasê vê xeta berxwedanê, bi fedekariya bilind a ku ji aliyê gelê me ve hate pêşxistin, berxwedana dîrokî ya tevgera azadiyê pêş xist, komploya navneteweyî bê encam hatiye hiştin.” KCK’ê destnîşan kir ku komplo hatiye pûçkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk niha dixwaze vê komploya navneteweyî bi versiyonên cûda nû bike û ji bo binxistina vê komployê û bi temamî bêbandorhiştina wê hemleyek hatiye destpêkirin. KCK’ê da zanîn ku tu hêzek nikare li pêşiya têkoşîna Kurdan a ji bo azadiya Oalan û gelê Kurdistanê bibe asteng û destnîşan kir ku gelê Kurd vê yekê bi têkoşîna ya 14 salan nîşan daye.

FRANSE DI PARÇEKIRINA KURDISTANÊ DE ROLEK GIRÎNG GIRT

KCK’ê got; “Hêza sereke ya ku di van 6 salên dawiyê de bingehê vê komploya navneteweyî ya ku weke neheqî û êrîşek mezin li hemberî doza azadiya gelê Kurdistanê hate pêkanîn, berdewam dike dewleta Franse ye. Gava di salên 1920’an de Kurdistan li çar beşan hate parçekirin, bi polîtîkayên înkarê re rû bi rû ma, piştre jî li rastî komkujiyên mezin hat. Dewleta Franseyê jî di vê yekê de rolek girîng girtiye. Gelê Kurdistanê ku li rastî neheqiyên mezin hat, di salên 90’an de bi terora dewletê re rû bi rû ma, li hemberî van neheqiyan dest bi têkoşîna azadiyê kiriye. Di vê demê de jî dewleta Franseyê alîgiriya mêtîngerî û pêkanînên komkujiyê dike û siyasetmedarên Kurd dike hedef. Dewleta Franseyê jî weke terorîst nîşandana doza mafdar a gelê Kurd û, derew û îdîayên madeyên hişber û qaçaxvanî ku tu eleqeya me pêre tune ye dike û li ser esasê van îdîayan gelek siyasetmedarên Kurd girtiye, bi salan di girtîgehan de hiştiye, lê ji dadgehkirinê tu encamek derneketiye.”

KCK’ê diyar kir ku ev pêkanîn hemû berhemên şerê psîkolojîk û derew ên mêtîngeriyê ne û destnîşan kir ku ev kiryarên dewleta Franseyê ên li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdan “kiryarên dijminahiyê ne.”

‘EM Ê MAFÊ BERSIVDANÊ BI KAR BÎNIN!’

KCK’ê diyar kir ku ji ber hincetên pûç girtina Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûnê ku hemû jiyana xwe ya siyasî li Ewropayê borandiye û bi navê gelê Kurd li Ewropayê xebatên dîplomatîk dimeşîne, tê wateya berdewam dijminahiya dewleta Franse ya li hemberî Kurdan. KCK’ê ev hişyarî da dewleta Frensî; “Em weke tevgera azadiyê, me berê jî ji ber van mijaran çend caran dewleta Frensî hişyar kir û me xwest dest ji vê helwesta xwe berde. Lê hukûmeta Frensî ya wê demê di pêşengiya Sarkozy de guh neda hişyariyên me, ji bo berjewendiyên qirêj polîtîkayên xwe yên dijminahiya Kurdan berdewam kir. Her çendî li Franseyê rêveberî guherîbe jî, lê wer dixuyê ku dê ev polîtîkaya dijminane ya li hemberî gelê Kurd bidome. Em careke din bang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya dijminane berde. Ger dest jê bernede, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dê mafê xwe yê bersivdanê bi kar bîne û dê neçar bimîne ku li hemberî berjewendiyên dewleta Franseyê biryaran bigire. Ji ber vê jî, beriya ev yek bigihin vê astê, em ang li dewleta Franseyê dikin ku dest ji van polîtîkayan berde û dest ji dijminahî û neyartiya xwe ya li hemberî doza azadiya gelê Kurd berde.

KCK’ê bal kişand ser nîqaşên li ser perwerdeya bi Kurdî û got; “Zimanê dayikê mirov tercîh nakin, ji zayinê dest pê dike. Ji ber vê jî mafê zimanê dayikên nayê nîqaşkirin û mafê mirovahiyê yê gerdunî ye. Li cihê ku perwerdehiya zimanê dayikê tune be ne mumkune ku xwe bi rê ve bibe û hebûna xwe bidomîne. Li cihê ku zimanê dayikê lê tune be, asîmîlasyon û qirkirina çandî teqez heye. Ji ber vê sedemê îro li cîhanê mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafê esas yê mirovahiyê hatiye qebûlkirin. Dewleta mêtînger ya tirk li Kurdistanê mafê perwerdehiya zimanê dayikê qedexe kiriye û ev jî tê wateya binpêkirina mafê mirovan û pêkanîna polîtîkaya qirkirin û asîmîlasyonê. Heta ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê neyê nasandin tu pirsgirêk dê neyên çareserkirin.

Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di mijara perwerdehiya zimanê dayikê de helwesta ku li meclisê nîşan da, bi awayekî vekirî derxistiye holê ku dê hikûmta AKP’ê li Kurdistanê asîmîlasyon û qirkirinê bidomîne. Careke din derketiye holê ku hemû gotinên der barê çarseriyê de hatine gotin û taktîk û li hemberî Kurdistanê pêkanîna şerê psîkolojîk e. Ev feraseta nîjadperest û yekane careke din dide xuyakirin bi vê zîhniyetê çareserî pêk nayê. Li hemberî vê feraseta hikûmeta AKP’ê divê hemû gelê kurd û hemû rêxistinên welatparêz û sazî zêdetir xwedî li ziman derkevin û divê bi çalakiyên xwe daxwaza xwe ya ji bo pêkanîna perwerdehiya zimanê dayikê derxin holê. Ev jî gelek girîng e. Gelê Welatparêz yên Kurdistanê û hemû saziyên demokratîk di mijara ziman de divê bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan bidin û di vê mijarê de têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber vê sedemê em bang li hemû gelê kurd û welatparêzên demokratîk dikin ku li dijî feraseta nîjadperest û yekane têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li Kurdî derkevin.”