Ji Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê biryarên boykota topyekun

Ji Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê biryarên boykota topyekun

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê, diyar kir ku ew ê bi bergirîdanê bersivê bidin êrîşên lîncê yên li metropolên Tirkiyeyê li hemberî Kurdan pêk tên. Înîsiyatîfê banga boykotkirina dibistan û dadgehên Tirkiyeyê, neçûna leşkeriyê û avakirina xweseriya Kurditsanê kir. Însiyatîfê wiha got: “Em ê bi serhildanan hemû mêtîngeriyên li welatê me û di jiyana me derxin û biavêjin.”

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê belavokek bi sernavê ‘Ji bo Gelê Leheng yê Kurdistanê û Raya Giştî ’ weşand û geşedanên dawî yên Kurdistanê nirxand. Her wiha bang li gel kir ku li dijî mêtîngeriya dewleta Tirk li her qadê jiyanê têkoşîn û serhildana xwe bilind bikin.

TÊKOŞÎNA RUMETÊ

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku ew wekî tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst pêvajoyeke têkoşîna dijwar de derbas dibin û wiha got: “ Ev têkoşîn, têkoşîna bi rumet ya mirovahiyê ya li dijî hêzên mêtînger û serdesti n. Şerê gel ê şoreşger li Rojava şareşa azadiyê, li Bakurê Kurdistanê Zagros û Gelê Botanê bi pêşengiya HPG’ê em zêdetir nêzî azadiya Rêber Apo û Kurdistana azad a xweser a demokratîk in. Em pêngav bi pêngav ji hêzên mêtînger yên faşîst hesab dipirsin û azadiya xwe ava dikin. Bi stratejiya şer a gel a şoreşger re gerîla mêtîngerieyê ji çiyayên Kurdistanê derdixe. Em wekî gel divê mêtîngeriyê ji welatê xwe derbixin. Gelê me li dijî hemû hêzên modernîteya kapîtalîst di nava têkoşînê de ye. Ev têkoşîn têkoşîna li dijî taritiyê ye. Ev têkoşîn têkoşîna rumetê ye.

YEKANE ROJEVA ME AZADIYA RÊBER APO Û GELÊ ME YE

Di berdewamiya danezanê de wiha te gotin: “Pêşengê vê têkoşîna bi rumet Rêber Apo ye. Ev 14 sal e di îşkecexaneya Îmraliyê de ye. Heta ku Rêber Apo di esaretê de be mirov nekarin behsa demokrasî û biratiyê bikin. Hêzên emperyalîst û teşeronên herêmê her tim Rêber Apo kirine hedef. Me bi Rêber Apo re kesayetiya bi şeref bi dest xistiye. Çawa ku me hebûna xwe bi Rêber Apo bi dest xist azadî jî bi Rêber Apo hate bidestxistin. Çawa ku esareta Rêber Apo ya gelê me ye, azadiya wî jî azadiya me ye. Heta rêberê me di esaretê de em nekarin behsa biratî û demokrasiyê bikin. Em nekarin behsa azadiyê bikin. Heta Rêber Apo di esaretê de divê em her qadê vebiguherînin qada serhildanê. Ger em dest ji vê berdin wê demê em teslîmê mêtîngeriya bi nelet dibin. Yekane rojeva me azadiya Rêber Apo û ya Gelê me ye.”

BIHARA GELAN

Di belavokê de hate destnîşankirin ku têkoşîna Ocalan û PKK’ê ya li hemberî polîtîkayên qirkirinên civakî yên mêtînger a Rojhilata Navîn ‘Bihara Ereban’ bi xwe anî û wiha berdewam kir: “Dewleta TC ya mêtînger dixwaze bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê, îmha û înakarê li encamê bi dest bixe. Her roj li ser rêberê me, gelê me û tevgera me terorê dimeşîne. Hikûmta AKP û Fetullah dixwazin hemû nirxên me ji holê rabike. Bi artêşa xwe ya dagirker, bi polîsên xwe yên faşîst, bi îmamên xwe yên munafiq, bi burokratên xwe yên tecawîzkar û mamosteyên xwe yên asîmîlekirî hesab dike ku kurdan biqedîne.

HÎTLER ÇI BE ERDOGAN JÎ EW E

Belavok wiha berdewam kir: “Tu hêz dê pêşî li tunebûna dewleta Tirk ya li ser axa Kurdistanê negire. Hemû tiştên der barê mêtîngeriyê de dê bi serhildan û şerê şoreşger yê gel bê tunekirin. Em ê bi serhilan û şerê gel yê şoreşger hebûna xwe diparêzin. Li aliyê din jî em dê azadiya xweseriya demokratîk ava bikin. Pêngava ku niha em hatinê ne ku em azadiya xwe ji dewlet Tirk dixwazin. Em hesabê şerê qirêj dipirsin. Armanca me ev e ku em bi têkoşîna xwe azadiya xwe qezenc bikin. ji ber vê jî em dibêjin ji mêtîngeriya li Kurdistanê re êdî bes e. Em wekî gel hemû saziyên dewleta Tirk derveyê hiqûq û derveyê exlaqê dibînin. Hîtler çi be Erdogan jî ew e.”

4 XAL

Di berdewama belavokê de, di biniya 4 xalan de hate diyarkirin ku lînca li hemberî kurdan dê bêbersiv nemîne û ciwanên kurd li şûna ku biçin artêşa Tirk wê tevlî refên gerîlayan bibin û ji gel hate xwestin ku dibistan û dadgeh werin boykotkirin:

‘’1- Hem hûn ê welatê me dagir bikin, hûn ê hebûna me tine bihesibînin, hûn ê bi êrîşên faşîzan û hovane dijûn û sixêfan li gelê me bikin û bi ser de wê hûn ê behsa rewatiya xwe ya li vê xakê bikin!!! Vê bêrûmetiyê em ebeden qebûl nekin. Wekî gel di her qada jiyanê de em ê bersivê bidin van lîncan û êrîşên faşîzane. Di vê mijarê de bêyî ku em bikevin nav dudiliyekê, bi awayekî pir zelal em ê mafê xweparastina rewa bidin. Bi taybetî divê were diyarkirin ku wekî bersivekê em ê ji Naîm Şahînê ku qirdîktî, sêwartalî, dengboxeyiya AKPya faşîst, bê şerm û fedî û sinc ku êrîşên li dijî gelê me wekî maf û heqekî dibîne em bang li gelê xwe dikin ku di serî de li Stenbol, Edene, Îzmîr û metropolên din li Tirkiyeyê û Kurdistanê ciwanên me, jinên me bi heman rêbazê bersivê bidin û li cihê ku lê dijîn kevir li ser kevir nehêlin.

2- Em ê yek ji zarok û ciwanên xwe neşînin navendên asîmîlasyonê ku tê de giyan û dilê me tê hêrtin û me ji welat û nasnameya me re dike biyanî. Çawa ku bi pergala xwe ya perwerdehiyê we armanc kiribe ku me ji dilqê mirovahiyê derxînin, em ê bi redkirina vê pergala we, em ê bibin xwe . Bi civînan li her devera ku gelê me lê dijî em ê her cure alavên danûstandinê bi kar bînin û vê pratîze bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji îro û şûn de zarokên xwe neşînin dibistana dewleta T.Cya (komara Tirk) dagirker.

3- Em ê nebin pêgirê pergala T.C.ya faşîst, dagir û derveyî sinc û exlaqê. Dadgehên T.Cyê ne xweyî wê meşrûîyet û rewatiyê ne ku yek ji kesê kurd darizîne. Jixwe ji dadgehên T.Cyê ku kana (çavkanî) hemû pirsgirêkê me ye, hêvîkirina çareseriyê pê li xwe kirin e.

4- Ti ciwanê kurd wê nebe leşkerek ji artêşa we ya mêtînger ku tekane sedema hebûna wê bi ser gelê me de pêkanîna komkujiyan û şewitandina erdnîgariya me ya pîroz e. Wekî ciwanên ku ji bo azadiyê sondxwarî em ê tev li artêşa dewleta dagirker nebin û tevlî refên şervanên azadiyê bibin.

JI BO MITÎNGÊN AMED Û ÊLIHÊ BANGEWAZÎ

Di berdewama belavokê de mitîng ên gelê Kurd ên li Gever, Qoser û Cizîrê li hemberî hemû qedexeyan bi coşek mezin pêk hatin, hatin silavkirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku beşdarî mitîngên li Amed û Êlihê bibin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Têkoşîna me ya azadî û şoreşê, gav bi gav ber bi azadiya rêbertî û azadiya gelê me ve diçe. Ev pêvajo ber bi encamek bi rûmet û bi wate ve diçe, lê belê, ger dewleta Tirk bi operasyona şoreşgerî ya ku gerîlayan daye destpêkirin û bi serhildanên gelê me biavêjin selika gelaşê ya dîrokî pêkan dibe.” Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlê Kurd li Gever, Qoser û Cizîrê tu qedexeyên dewleta Tirk ên faşîst nas nekiriye û bi vînek xurt û bilind, vîna dewletê avêtine binê lingan. Înîsiyatîfê berxwedan û helwesta her sê bajaran silav kir û banga beşdariya mitînga Êlihê ya ku dê di 28’ê Tebaxê de û ya Amedê ya ku dê di 29’ê Tebaxê de bên lidarxistin li gelê Kurdistanê kir û got; “Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de bi dirûşima “Aşitiya bê Rêber Apo qet nabe” dabikevin qadan û bê gotin ku Rêber Apo sedema biryara aşitî û şer eû bi serhildanên mezin beşdar bibin.”