Ji gelê Amudê peyama yekîtiyê

Ji gelê Amudê peyama yekîtiyê

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amudê, li hemberî hewldanên xirabkirina yekîtiya kurdan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û peyama yekîtiyê hate dayîn.

Di saetên ber êvarê de komek qelebalix li navenda bajêr li ser Cadeya Amudê civiya û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de dowîzên wekî, “Bila dilê Amudiyan ji hemû cudahiyan re vekirî be”, “Em ê aloziya xwe bi însanên biaqil xilas bikin”, “Ji şerê di nava kurdan re na” hatin vekirin û peyamên yekîtiyê hatin dayîn. Çalakî piştî demekê bi dawî bû.

Di 1’ê îlonê de li bajarê Amudê 5 kesên ku dixwestin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin li ser sînor ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin. Li ser kesên behsa mijarê, belgeyên nepenî ku têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re nîşan didin û pasaportên Tirkiyeyê hatibûn bidestxistin. Her wiha li ser van kesan agahiyên derbarê endamên saziyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de jî hatibûn bidestxistin..