Ji bo Roboskiyan cezayê 'Çima hûn çûn Meclîsê'

Ji bo Roboskiyan cezayê 'Çima hûn çûn Meclîsê'

Lêgerîna ji bo edaletê ya gundiyên Roboskiyê ya ji bo 34 zarok û ciwanên Kurd ên di êrîşek hewayî ya artêşa Tirk de hatin kuştin, jî bû suc. Ji malbata re hat gotin; “Hûn çima çûn Meclîsê, wek çima bi Dozgeriya Amedê re hevdîtin pêk anî, hûn çima bûyerê dubare tînin rojevê” û girtek bi wan dan îmzekirin. Malbatan dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got; “Li aliyekê cigera me dişewitînin û li aliyekê dibêjin bê deng bin. Em bê deng nabin.”

Di 28’ê berfanbara 2011 de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê balefirên şer ên Tirk li dijî sivîlan êrîşeke hewayî li dar xist û di encamê de 34 zarok û ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên Roboskiyê heta iha li benda ronîkirina vê bûyerê ne. Lê li rastî zextan tên.

Fermandariya Cendirmeyan a Qilbanê ji 8 cerdevanên ku di komkujiyê de zarokên xwe wenda kirine gotiye; “; “Hûn çima çûn Meclîsê, wek çima bi Dozgeriya Amedê re hevdîtin pêk anî, hûn çima bûyerê dubare tînin rojevê” û girtek bi wan dane îmzekirin.

EM BÊ DENG NABIN

Bavê Fadil Encuyê 20 salî yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Saît Encu diyar kir ku hefteya borî Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê bangî wî kiriye û ji wan re gotiye; “Hûn çima çûn Meclîsê, wek çima bi Dozgeriya Amedê re hevdîtin pêk anî, hûn çima bûyerê dubare tînin rojevê”. Encu got; “Heqaret li me kirin. girtek bi me dan îmzekirin. Dewlet zarokên me dikuje û paşê dixwaze em bê deng bimînin.” Encu da zanîn ku heta bersucên komkujiyê neyên darizandin bê deng nebin û neçin operasyonê.

Mehmet Bavê Mehmet Elî Tosun, Mehmet Elî Zekî jî got; “Zarokên me kuştin, dibêjin hûn çima çûne Meclîsê û dozgeriyê” û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Tosûn da zanîn ku hewl didin wana bişînin operasyonê li ew ê neçin operasyonê û got; “Min daxwaznameya xwe ya îstîfayê da. Lê qebûl nekirin. Dibêjin em ê te bibin operasyonê. Em weke cerdevan ji wê rojê heta îro neçûne operasyonan. Heta niha gelek cerdevanan îstîfa kirin. Cigera me dişewitînin û paşê dibêjin bê deng bin.”