Ji bo mitînga mezin a Amedê bangewazî

Ji bo mitînga mezin a Amedê bangewazî

Komîteya Amadekar ya ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cînanê xebaten dimeşîne, bal kişand li ser girîngiya mîtîngê û ev tişt got: "Di pêvajoyeke ku ev qas şer û pevçûn diqewimin de, lidaxistina mîtînga 1'ê Îlonê xwedî wateyeke girîng e. Em di 1'ê Îlonê de hemû gelê me vedixwin Qada Îstasyonê."

Komîteya Akamekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji bo mîtînga ku wê Amedê bê li darxistin li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Komîteya Amedekar û serokê EMO'ya Amedê Îdrîs Ekmen destnîşankir ku ew di demeke li Tirkiyeyê û li erdingariya ku lê dijîn her dem rastî dayikên dil êş û kezeb şewitî tên û ev tişt got: "Li çar hêlên welat cenazeyên ciwanan tên. Ev jî hêviyên meyên aştiyê dişkênin. Bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hemû hêviyên meyên aştiyê careke din hatin şikandin. Tam jî di vê demê de darxistina vê mîtîngê ji bo aştiya gelan gekî girîng e. Me ji bo vê mîtîngê komîteyeke ku ji 9 kesan pêk tê amade kir. Ev komîte gelek saziyên sivîl temsîl dike. me ji bo mîtînga 1'ê îlonê serî li walîtiyê da."

Ekmen, diyar kir ku ew ê ji bo aştiya cîhanê û ji bo aştiya Rojhilat Navîn dengên xwe bilind bikin û bang li gelê Amedê kir ku di 1'ê îlonê de li Qada Îstasyona Amedê beşdarî mîtîngê bibin.