Karwanîyê bi navê Şoreş yê teman biçûk ê ku di 11 saliya xwe de dest bi karwanîtiyê kiriye wiha dirêjî da gotinên xwe: “ tamenê min 17 sal e, ev 6 salê min e ku ez di nava vê karî de me. Ez bi xwe ji herêma Pîranşehrê me, ji mala me em sê kes di nava vê karî de ne. Lê mixabin em gelek zehmetiyan di vî karî de dibînin. Her wiha ez gelek caran ketime nava kemînan û di zîndanê de jî mame. Lê li hember vê jî qezenca me jî gelek kêm e, ji ber pir caran pastar û ecem tên ser riya me û riya me qut dikin û pereyên ku em ê bibin mal ji me digirin.”
Hinek ji wan re dibêjin “qaçaxçî”, hinek dibêjin “karwanî”. Lê ya rast ew e ku welatê wan bê vîn û dilê wan hatiye perçekirin. Ji bo van sînoran derbas bikin mirinê dixin ber çavên xwe û sînoran derbas dikin. Salan bi dehan ji wan tên kuştin û birîndar dibin. Mînaka herî trajîk a vê yekê Roboskî ye. Lê hema bêje sînorê Bakûr-Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bûne mîna goristanan… Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve herî kêm 30 kes li ser van sînoran bi awayek bê pirs û daraz hatine kuştin.
Hemû derfeta karwanîyan hesp û dewarê wan in, derveyî vê tu derfetên wan yê jiyanê nîne, lê mixabin ev hesp jî para xwe ji kemîn û fişengan digirin. Yanê dema ku dewleta Îranê kar nade carekê wan birçî dihêle, lê dema ku kar ji xwe re dîtin jî vê carê wan dikuje û davêje zîndanan. Lê tiştê balkêş ew e ku dema karwanî dikevin kemînên pastarên Îranê û tên kuştin, yan jî birîndar dibin pastar ji wan re dibêjin: “ka pereyên fişengên ku hûn pê hatine kuştin bidin me” yanê hem ji bo debara malbata xwe giyana xwe xistine pençên xwe û dema ku mirin jî, ji ber mirina xwe ve jî pereyan didin. Bi ser vê de jî ger bi aramî derbas bûn vê carê her gumrukeke ku tê re derbas dibin ew neçarin ku pereyan bidin û derbas bidin. Lê mixabin qezencê vê karî jî gelek kêm e.
“KÊLÝYÊN XEWA ME JÎ BI TIRS IN”
Kesê bi navê Umer yê ku demeke dirêje di nava vê karê karwanîtiyê de ye derbarê sedema ku dest avêtiye vê karî wiha dest bi axaftinê dike: “ Ji ber di dewleta Îranê de kar nîne her wiha îtîraf bi nasnameya kurdîtiyê jî nayê kirin, ji ber vê kar bi destê me nakeve em jî neçar dimînin ku dest bavêjin karê karwanîtiyê. Her çiqas em dizanin ku karê em dikin pir bi xetere jî, lê em ji ber ferqîrî û hejariyê neçarin ku sînoran derbas bikin. Gelek caran di rê de em dikevin kemînên artêşa dewleta Îranê, em tên kuştin, hespên me tên kuştin û birîndar dikevin. Di salê de em çend caran mirinê bi çavên xwe dibînin. Lê em pereyê fişenga ku li me dikeve û dibe sedema mirina me jî didin. Ez hîn biçûk bûn min dest bi vê karî kiriye û hîn jî ez vê karî berdewam dikim, ji ber derfetên ku em karên din bikin nîne. Ez bi xwe pir caran jî di rê de birîndar bûme. Her carê ku em ji mala xwe derdikevin em gelek zehmetiyan dibînin ji ber hemû jiyana me di xeteriyê deye. Ji ber kesên li malê jî ne li bendê ne ku em vegerin. Kêliyên xewa me jî bi tirs in. Jiyana her kesekî di pença wî de ye û vê karî dike. Her cara ku em tên sê rojê me bi rê de diçin, lê dema ku em dibînin ku di riya me de kemîn hene em careke din vedigerin quntara çiyan, heyanî ku rewş aram dibe. Heyanî wê demê jî gelek dem derbas dibin û malbatên me wiha neçarin ku li benda me bin.”
DI NAVA KEMÎNAN DE MEZIN BÛ YE
Karwanîyê bi navê Şoreş yê teman biçûk ê ku di 11 saliya xwe de dest bi karwanîtiyê kiriye wiha dirêjî da gotinên xwe: “ tamenê min 17 sal e, ev 6 salê min e ku ez di nava vê karî de me. Ez bi xwe ji herêma Pîranşehrê me, ji mala me em sê kes di nava vê karî de ne. Lê mixabin em gelek zehmetiyan di vî karî de dibînin. Her wiha ez gelek caran ketime nava kemînan û di zîndanê de jî mame. Lê li hember vê jî qezenca me jî gelek kêm e, ji ber pir caran pastar û ecem tên ser riya me û riya me qut dikin û pereyên ku em ê bibin mal ji me digirin.”
“TU EWLEKARIYA JIYANA ME NÎNE”
Karwaniyê bi navê Rehman yê ku di destê wî de tenê sê hesp hene di derbarê rewşa xwe ya aborî de wiha axivî: “jiyana me pir zehmet e, ji ber zarokê min nexweşe û pereyê ku ez wî bibim nexweşxanê jî nîne. Ji lewma ez neçarim vê karî bikim ji ber karekî din nîne. Mînak di navbera du mehan de du hespên min ji min hatine girtin. Beriya vê jî hespeke min jî birîndar bûye ji ber vê jiyan pir zehmet derbas dibe. Niha jî ez weke hevkarê hevalê xwe hatime kar, ji ber derveyî hespan tu derfetên me nîn in, dema ku hespên me jî birîndar bûn em bi mehan li bendê dimînin heyanî ku birînên wan sax dibin, lê hinek birîn jî hene dibe sedem ku êdî em hespên xwe bi kar neyînin ev yek jî dibe sedem ku em bê kar bimînin. Ger dewleta Îranê bizanin ku em karwanîtiyê dikin yekser me davêjin zîndanê, ger em di mala xwe de bin jî em tên girtin. Ji ber karên din jî nîne em neçarin ku karwanîtiyê bikin û debara xwe û mala xwe bikin. Her çiqas ku li Îranê kar hebe jî, lê ji ber ku em kurd in ji lewra kar ji me re nîne. Ji ber nasnameya me kurdan li gel dewleta Îranê nîne ji ber vê mafê me ya xwendinê nîne. Tenê ev kar ji me re dimîne, ew jî her roj dibe sedema mirina me. Hemû liv û tevgera me jî di bin kontrola îtlaatê de ya ji ber vê qet parastina me û ewlekariya jiyana me nîne. Mirin yan jî birîndarbûna hespên me tê wateya ku debara jiyana malên me nemîne, ji ber hemû debara jiyana me li ser karwanîtiyê ye.”
“LI HEMBER MIRINÊ ŞERÊ JI BO JIYANÊ’
Karwanîyê bi navê Mustafa Abdullrahman yê ku barê xwe ji Başûrê Kurdistanê tîne aliyê sînor jî wiha got: “ Em her dem dûrî malên xwe ne, hemû jiyana me li çiyan û li ser riyan derbas dibe. Li gel ku karê me zûr û zehmete, lê şerê ku di herêmê de jî heye dibe sedem ku her dem sînor werin girtin, wê demê em jî bê kar dimînin. Ji ber em neçarin li vê aliyê sînor rawestin heyanî ku karwanî tên, lê dema ku di herêmê de şer hebe, em di bin topên Îranê û balafirên şer yên Tirkan de dimînin. Her wiha ji ber di aliyê din yê sînor de gelek paygeh hatine avakirin, ev jî dibe sedem ku ji aliyê din karwanî neyên. Ev jî dibe sedem ku hemû barê me li vir li erdê bimîne. Qezanca me di vê karî de li gorî rojan dimîne, hinek rojan em qet kar nabînin.”
“EM VÎ KARÎ NEKIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN”
Karwanîyê bi navê Ehmed Resûl yê ku bavê sê zarokan e di derbarê rewşa bê kariya ku di Kurdistanê de, her wiha di derbarê nebûna ewlehiya jiyan xwe de wiha rave dike: “ Em du bira ne, em herdu jî bi vê karî re mijol in, dema ku em vê karî jî nekin, em ê birçî bimînin. Ji ber karê din bi destê me nakeve. Ev nêzî 6 sale ku ez vê karî dikim, lê ez bi qasî sed carî ketime nava kemînan. Em qet nikarin parastina xwe bikin ji ber tenê yak riya me ya çûyînê heye, tenê em dikarin li pêşiya xwe bi çendsed metran çend hevalên xwe bişînin ka di rê de kemîn hene an na. Ji ber riyên din hemû baxçe û zeviyên gel in, ji ber vê em neçarin tenê yek riyê bi kar bînin. Ger em di riyên din re jî biçin, wê demê xwediyê zeviyê giliyê me dike û agahiyan dide artêşa Îranê. Wiha ji me re careke din kemîn tên dayîn. Vê carê yan hespên me dimirin yan jî em bi xwe dimirin. Heyanî ku em hespekî dikirin bi sed belayê lê piştî demeke kin ew jî di kemînê de tên kuştin. Çiqas hespên te hebin ev tê wateya ku tê ewqas bar bigire. Lê qezenca me ya vê karî zêde nîne û di her kêliyê de jî jiyana me di xeteriyê de ye. Her carê ku em dikevin rê em ji xwe re dibêjin ka em ê îşev bighîn malê an na?
Sedema ku min dest bi karê karwanîtiyê kiriye ji ber di Kurdistanê de kar nîne û her dem zarokên me birçîn e, ji ber vê em neçarin dest bavêjin karwanîtiyê. Heyanî ku di Kurdistanê de kar nîn be, ez ê her vê karî berdewam bikim ji ber sê zarokên min hene û divê ez wan xwedî bikim.”
BÎLANÇO
Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 30 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.