Ji AKP’ê bo zarokên Erdîşî parka 'sergo'

Ji AKP’ê bo zarokên Erdîşî parka 'sergo'

Projeya li navçeya Erdîşa Wanê ji bo zarokan hata amdekirin, di pêkanînê de nexweşiyan bi xwe re tîne. Cihê parkê hema bêje ji bo zarok û şêniyên taxê bûye mîna hêlîna mîkroban.

Rêxistina Plandanînê ya Dweletê ya Serokwezerat Tirk, Walîtiya Wanê û Şaredariya Erdîşê ya AKP’yî bi dirûşima “Ji bo 10 taxan ji bo zarokan parkên bi birc” bi awayeke hevkar amade kirin. Lê ji bo Erdîşa ziyanek pir mezin ji erdhejê girt, “sergo” rewa tê dîtin.

Ji dîmenên tevş û hêlekanên parkê yên ketin ber objektîfa ANF’ê aşkere dibe ku herêm bîna sergoyekê ye. Her çendî li ser tabeleya nivîsandine “Parka Zarokan” lê li wir tenê gelaş û sergo heye.

Ev yek jî feraseta xizmetê û gendeliya AKP’ê ya li Bakûrê Kurdistanê nîşan dide.