Ji 17 kesên Şahîn protesto kirin, 3 jê hatin girtin

Ji 17 kesên Şahîn protesto kirin, 3 jê hatin girtin

Li Colemêrgê ji 17 kesên di 31 tebaxê serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Polîsên Miduriyeta Colemêrgê di 31 tebaxê bi hemwext di ser gelek malan de girt û 17 kes binçavkirin. 17 kes duh sewqî Wanê hatin kirin. Şevê din 14 kes piştî îfade dan serbest hatin berdan, 3 kes jî bi îdîaya tevlî bûyerên hatina Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn şermezar kir bûne, sewqî Dadgeha Cezayê Giran hatin kirin. 3 kes ji aliye dadgehê ve bi îdîaya "Zirar dan malê gelemperî" û "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.