Îdîaya li kampa penaberên Rojava a li Dihokê kesek hat kuştin

Îdîaya li kampa penaberên Rojava a li Dihokê kesek hat kuştin

Hat ragihandin ku duh dengê çekan ji kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê ya li nêzîkê Dihokê bilind bûn û hat îdîakirin ku di encama aloziya di navbera penaber û pêşmergeyan de penaberek jiyana xwe ji dest da.

Hat îdîakirin ku şevê din, li kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên pêşmerge û penaberan de aloziyek derket û di encamê de ciwanê bi navê Selîm ê ji Qamişloyê jiyana xwe ji dest da. Heta niha rayedarên Herêma Kurdistanê der barê mijarê de tu daxuyaniyek nedane.