Li Dersimê piştî şerê di navbera gêrîla û leşkerên Tirk de derket, hate îdiakirin ku gêrîlayekî HPG'ê jiyana xwe ji dest daye.
Şevê din di navbera gêrîlayên HPG'ê yên li ser rêya Dêrsim-Pilemûriyê de kontrola rê dikirin û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derket. Di pevçûnê de yek jê polîs 3 kes birîndar bûn. Hate îdîakirin ku, di şer de gêrîlayê HPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye. Piştî şer li herêmê bi tevlîbûna helîkopteran operasyon hate destpêkirin.