Hate ragihandin ku, leşkerê Kurd yê bi navê Hakki Sezgîn ku li naçveya Zedkan ya Agiriyê leşkeriyê dike bî îdîaya hewilda xwe bikuje, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiyê ya Erziromê.
Li gorî agahiyan welatiyê bi navê Hakki Sezgîn (20) yê ku li naçveya Zedkan ya Agiriyê leşkerî dikir hewildana xwekuştinê kir. Hate ragihandin ku, Sezgîn ji gundê Şoreşî yê navçeya Karaçobanê yê Erziromê ye û 2 mehe leşkeriyê dike. Sezgîn yê ku bi guleya ji zikê wî ketî bi giranî birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiyeyê ya Erziromê. Hate hînbûn ku, Sezgîn girêdayî makîneyê têkoşîna jiyanê dide.
Birayê Sezgîn Abdurrahman Sezgîn diyar kir ku, roja bûyerê bi birayê xwe re bi riya telefonê axivîbû û tu pirsgirêkên wî tunebûn. Sezgîn anî ziman ku, ew bawernake birayê wî hewildana xwekuştinê kiribe.