Hat ragihandin ku fermandarê qereqola Katona a girêdayî Tabûra Garê ya navçeya Şemizînanê, di 15’ê Tebaxê de ji ber gotûbêjên “Dê gerîla di 15’ê Tebaxê de êrîşê qereqolê bikin” firar kiriye. Her çendî artêşa Tirk îdîa kir ku fermandarê qereqolê hatiye guhertin, lê fermandarê qereqolê ji 15’ê Tebaxê ve firar kiriye.
Li gorî agahiyên gihiştine ANF’ê, di roja 15’ê Tebaxê ku salvegera têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ye, de ji ber gotûbêjên “PKK dê di 15’ê Tebaxê de êrîş bike” fermandarê qereqola Katona ya li ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê ye û girêdayî Tabûra Garê ji 15’ê Tebaxê ve firar kiriye.
Artêşa Tirk da zanîn ku fermandarê qereqolê hatiye guhertin û li şûna wî fermandarê bi rutbeya serpel (yuzbaşi) şandin qereqolê. Heta niha tu agahiyên der barê aqubeta fermandarê qereqolê de nehatine biderxistin.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniya di 28’ê Tebaxê de li Amedê da de bal kişand ser serweriya gerîlayan a ku 40 roj in li Colemêrgê berdewam dike û diyar kir ku di navbera Çelê û Şemizînan de 300-400 km di bin kontrola gerîlayan de ye.
Gerîla her roj rê kontrol dikin. Li vê herêm pêşketinek din jî rû da. Gerîlayan, li girê Goman ê li navsera navçeya Şemizînanê yê li hemberî Tûgaya Şemizînanê ala HPG’ê hildan. Ji cihê ku al lê hatiye hildan bajar dixuyê û careke din kontrola HPG’ê ya li ser herêmê radixe ber çavên her kesê. Gava al hate hildan, Tûgaya Şemizînanê ket nava bêdengiyê.
QEREQOL DI BIN ÇAVDÊRIYA GERÎLAYAN DE NE
Artêşa Tirk nikare ji erdê ve bikeve herêmê, hema bêje di 24 saetan de gerîla qereqolên herêmê xistine bin çavdêriyê. Gerîla hemû liv û tevgerên qereqolên artêşa Tirk dişopînin û ne alîkariya locîstîk ne jî ya cebilxaneyê ji wan re nayê. Di dîmenên gihiştin ber destê ANF’ê de ev yek aşkere bibû. Artêşa Tirk a ku di çalakiyên gerîlayan de gelek wendahî dide, vê carê jî li nîzamiye û cihên nobetê li şûna leşkeran mankenên bê can hatine bicihkirin. Bi vî awayî artêşa Tirk qereqolên xwe ji mankenên bê can re hiştin.