Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi boneya 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin daxuyaniyek da. HPG komployê bi tundî şermezar kir û got; “Bersiva me ya li hemberî komploya di 9’ê cotmeha 1998’ê hat pêkanîn de Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê aşkere kir ku heta komplo bi temamî ji holê neyê rakirin û azadiya gelê Kurd neyê bidestxistin, ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.
HPG’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya di şexsê Ocalan de li hemberî tevger û gelê Kurd û hemû gelên Rojhilava Navîn pêk hat û diyar kir ku ew komployê û hemû hêzên rolên bi nelet di vê komployê de cih girtine şermezar dikin. HPG’ê da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî vê yekê berdewam bikin.
HPG’ê got; “Em di serî de di şexsê şehîdên xwe yên qehreman ku bi dirûşima “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” di vê pêvajoya 14 salan de ji bo azadiya rêbertiyê bedena xwe kirine topa ji agir, li hemberî vê rewşa bi nelet li ber xwe dane û rêya me ronî kirine, herî dawî heval Êrîş, Andok û Jîn ku di pêvajoya bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” bi berxwedaneke mezin gihiştine şehadetê de, hemû rêvevalên xwe bi minet bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bibin şopvanên baş ên meşelayên wan ên ku ronî dikin.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê got; “Bersiva me ya li hemberî komploya di 9’ê cotmeha 1998’ê hat pêkanîn de Şerê Gel ê Şoreşgerî ye” û ev bang kir; “ Di van rojên dîrokî de ku em pêjajoya bi navê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, Ji Kurdistanê re Statu” hatiye destpêkirin, dixin meriyetê, bang li ciwanên Kurd dikin ku tevlî refên gerîlayan bibin û li her derê ku lê dijîn li hemberî hemû êrîşên topyekun ên faşîzma AKP’ê bibin bersiv.”
HPG’ê got; “Em weke Hêzên Parastina Gel, şervan û gerîlayên Serok Apo, em komploya 9’ê Cotmehê ya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî Tevgera me ya Azadiyê û gelê me pêk hat, nelet dikin” û aşkere kir ku heta komplo bi temamî ji holê neyê rakirin û azadiya gelê Kurd neyê bidestxistin, ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.