HPG: Li Şemzînanê 28 leşker mirin, 2 wendahiyên gerîla hene

HPG: Li Şemzînanê 28 leşker mirin, 2 wendahiyên gerîla hene

HPG’ê got; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya gerîlayên me di 23'ê Tebaxê de li navenda Şemzînanê dabû destpêkirin li dijî hin qereqolên li derdora navenda navçeya Şemzînanê hin çalakî hatine lidarxistin” û diyar kir ku di encama çalakiyan de 28 leşker hatin kuştin. HPG’ê çapemeniya Tirk derewand û aşkere kir ku 2 gerîlayan tenê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku li xeta Gever û Şemzînana Colemergê serdestiya “gerîlayên me berdewam dike” û got; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya gerîlayên me di 23'ê Tebaxê de li navenda Şemzînanê dabû destpêkirin li dijî hin qereqolên li derdora navenda navçeya Şemzînanê hin çalakî hatine lidarxistin.”

3 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 9 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan-Geverê de ev agahî da;

“Di 23'ê Tebaxê de di saet 20.30'an de li navçeya Şemzînanê gerîlayên me yê çalakî li dar xistine, baskê yekemîn li dijî qeymeqamtî, lojmanên polîsên tevgera taybet û baregehên ewlekariya van avahiyan dike çalakî lidarxistine, di encma vê çalakiyê de 3 çeper hatine rûxandin 9 tîmên taybet jî hatiye kuştin. Baskê duyemîn ê gerîlayên me jî li dijî Alaya Şemzînanê, Girê ewlekariya Alayê digirin çalakî lidarxisitine. Di encama vê çalakiyê de çepera topa hawanê tê de hatiye rûxandin 6 leşker jî hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de him li alayê him jî li giran şewat derketiye.”

6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Yekîneya gerîlayên me ya siyemîn jî li dijî nuqteya polîsan a ewlekariya rê digirtin çalakî li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin 6 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Yekîneyeke me ya din jî li nêzî Gundê Şapatayê li ser riya Gever û Şemzînanê rê û nasname kontrol kirine. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Girê Gumokê, Gundên Çele û Karê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

ÇAPEMENIYA TIRK HAT DEREWANDIN: 2 GERÎLA JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemenî-Ragihyandina HPG’ê got; “Hejmara wendahiyê gerîlayên me yê di vê çalakiyê de yên di çapemeniya tirkan de tê dayîn dûrî rastiyêye. Di encama çalakiyên li navenda Şemzînanê hatine lidarxistin de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê.

LI DIJÎ ALAYA GARÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 06.00-18.30'an de li dijî Alaya Garê “ji aliyê gerîlayên me ve 3 çalakî hatine lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 wesayit derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijminm jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 23'ê Tebaxê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Girê Gumokê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

LI DIJÎ TÛGAYA ŞEMIZÎNANÊ ÇALAKÎ

Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-23.00'an de di encama çalakiya li dijî Fermandariya Tûgaya Şemzînanê hate lidarxistin de hemû hedef bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora tûgayê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

LI DIJÎ ALAYA ŞEMIZÎNANÊ JÎ ÇALAKÎ

Di 24'ê Tebaxê de (îroj) di saet 05.00'an de li dijî girê ewlekariya Alaya Şemzînanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.

DI ENCAMA BOMBEBARANÊ DE REZÊN GUNDIYAN WÊRAN BÛN

Artêşa dagirker a tirk a li gelek herêma serdestiya xwe wendakiriye li dijî gelek herêman bomberan li dar xistiye. Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 10.00-11.00'an dîsa di navbera saet 22.00-23.00'an de li dijî Ava Hecibeg û Geliyê Nîrkola, Girê Garê û Genîştepe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatine lidarxistin. Dijmin herweha doh di tevahiya şev de li dijî Gundên Genîş û Meleyan bi hewan û obusan bombebarankiriye. Di encama bombebaranê de gelek rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.

Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk di 18'ê Tebaxê de li dijî Geliyê Doskî, Glord û Girê Çetan dabû destpêkirin di 23'ê tebaxê piştî nîvro paş ve vekişiyaye.”

LI HEZEXÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 22'ê Tebaxê de li navçeya Hezexa Şirnexê li dijî qereqola Kîwaxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî derdora qereqolê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Pişt re kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

LI DIJÎ HELÎKOPTERÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 23'ê Tebaxê de di saet 09.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Çetan li dijî helîkoptereke skorsky a artêşa dagirker a tirk li herêmê derketibû operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter bê bikare li herêmê dakeve neçar maye paş de vekişiyaye.

LI MAZGIRÊ PEVÇÛN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 23'ê Tebaxê de di saet 20.50'an de li navçeya Mazgira Dersimê li nêzî Gundê Mîxonde di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona dijmin a li herêmê hîn jî berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî da; “. Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 12.00-20.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareş û Girê Cigerxwîn ê bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Di encama bombebaranê de şewata daristana ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”