HPG: Li Dêrsimê 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG: Li Dêrsimê 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

Nasnameya 2 gêrîlayên HPG’ê yên li navçeya Xozata Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan aşera bûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand ku, 2 gêrîlayên HPG’ê ji bo biçin li herêma Çet ya navçeya Xozata Dêrsimê mudaxeleyî gundiyên daran dibirin bikin, ketin kemîna artêşa Tirk.

NÇR-HPG da diyarkirin ku, “di navbera gêrîla û leşkerên artêşa Tirk yên li nêzî gundiyên ku dar dibirîn kemîn danîbûn de qasî 2 demjimêran pevçûn derket. Di pevçûnê hêjmara mirî û birîndarên leşkeran nehatin zelal kirin. Lê belê di pevçûnê de 2 gêrîlayên me jiyana xwe ji dest dan.”

Nasnameyên 2 gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn û NÇR-HPG’ê aşkera kirîn wiha ne:

Yûsûf Ehmet Hamedî bi nasnav Cîlo Cûdî, li bajarê Kotol yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Îbrahîm Kaya bi nasnav Ozgur Kaya, li Erxenî/Amedê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.