HPG: Li Çelê 10 leşker hatin kuştin

HPG: Li Çelê 10 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Çelê li hemberî leşkerên derketibûn operasyonê pêk anî de 10 leşker hatin kuştin. HPG’ê aşkere kir ku di pevçûnê de gerîlayek jî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî –Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan 26’ê Tebaxê saet di 18.30 de li dijî leşkerên Alaya Bîlêcanê yên ku derketibûn operasyonê çalakiyek pêk anî. Hat ragihandin ku yekîneya leşkerî ya derketibû operasyonê ji 100 leşkeran pêk dihat û di navbera wan û gerîlayan de şerek bi qasî saetekê berdewam kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di encama çalakiya gerîlayên me de 10 leşker mirin, 2 çeper jî bi temamî hatin rûxandin.” Her wiha hat ragihandin ku artêşa Tirk bi kobrayan 3 caran herêmê bombebaran kir û mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê dûr xistin. Hat ragihandin ku ji ber çalakiya gerîlayanoperasyon neçar ma ku paş ve vegere.

GERÎLAYEK JIYANA XWE JI DEST DA

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayek jîjiyana xwe ji dest da. HPG’ê da zanîn ku ew ê di demek herî kurt de nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da aşkere bikin.

LI ŞEMIZÎNANÊ KONTROLA Û KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Li herêma Şemizînanê kontrola gerîlayan berdewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 26’ê Tebaxê , saet di navbera 09.00-14.00 de jî aliyê gerîlayên me ve li ser sêriyana Bêgozê ya girêdayî navçeya Şemizînana Colemêrgê çalakiya kontrola rê hatiye pêkanîn.” Hat diyarkirin ku gerîlayan nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel

Her wiha, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tankerek ku ji qereqola Rûbarokê re avê dibir, hatiye rûxandin û kesê bi navê Huseyîn Yunusoglu ku guh neda hişyariyên HPG’ê ji aliyê gerîlayan ve hat binçavkirin.

LI DÊRSIMÊ KONTROLA NASNAMEYAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Dêrsimê çalakiya kotrolkirina rê pêk anîne û nasname kontrol kirine û ev agahî da; “26’ê Tebaxê, saet di navbera 18.30-20.00 de li ser rêya di navbera Dêrsim-Xozatê de li nêzî Armanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiya kontrolkirin rê hatiye kirin. Di çalakiyê de nasname hatine kontrolkirin.”

Her wiha, hat diyarkirin ku operasyona artêşa Tirk li Dêrsimê daye destpêkirin berdewam dike . Di daxuyaniyê de der bar operasyonê de ev agahî hat dayîn; “Di 26’ê Tebaxê de di navbera Mûnzûr û Harçîkê yên Dêrsimêde ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operasyonek nû hatiye destpêkirin.Operasyon hîna jî berdewam dike.”

LI DIJÎ BENDAVA LEŞKERÎ ÇALAKÎ

Her wiha çalakiyên gerîlayan ên li hemberî bendavên bi armanca leşkerî li Kurdistanê tê çêkirin berdewam dike. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 25’ê Tebaxê saet di 19.30 de li dijî bendava li nêzî navçeya Nûrhaq a Gurrgumê tê çêkirin çalakiyek li dar xistine û trîbunên bendavê hatine rûxandin û gerîlayan dest danîne ser çekek G3 jî.

HEFTENÎN HAT BOMBEBARANKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de jî agahî da û got; “16’ê Tebaxê saet di navbera 07.00-18.00 de Heftenîna ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, hdeverên gundê Bektora yê ser bi Zaxoyê, Kata Sulê, Girê Sîpan û navsera PKK’ ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatiye bombebarakirin.”