Di encama çalakiyên cûda yên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Bazîda Agiriyê herî kêm 3 leşker hatin kuştin û serweriya gerîlayên HPG’ê ya li ser Colemêrg û navçeyên wê berdewam dike.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarê aşkere kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Bazîda Agiriyê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. HPG-NÇR têkildarê serweriya gerîlayan a li Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê jî agahî da.
LI BAZÎDÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 9'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî du kozikên nobedariyê ya Qereqola Serêkaniyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de du leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora xwe bê ser û ber hatiye gulebaran kirin.
HPG-NÇR got; “Di 9'ê Cotmehê de di saet 10.00'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî qereqola Kozik ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”
LI COLEMÊRGÊ SERWERIYA GERÎLAYAN
Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrgê jî wiha hat gotin; “ Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê gerîlayên me hin çalakî li dar xistine. Herweha êrîşên artêşa dagirker a tirk jî berdewam kiriye” û ev agahî hatin dayîn:
Di 10'ê Cotmehê de di saet 10.00'an de li dijî karwaneke panzêr û tank jî di nav de, ji Geverê ber bi Şitazinê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya veguheriye pevçûnê heta saet 12.00'an berdewam kiriye û karwana leşkerî naçar maye paş de vekişe. Di heman rojê di saet 14.00'an de karwaneke din xwestiye ji Geverê biçe Şitazinê. Ev karwan jî rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û heta dotira rojê saet 03.00'an pevçûn berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêma Çarçelayê hatiye bombekirin.
Di 10'ê Cotmehê de di saet 11.00'an de li bajaroka Esendereya Geverê li navbera Gundên Çilika û Koketê li dijî wesayitekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayit têk çûye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Ji 9'ê Cotmehê û vir ve li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî herêma Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi navber bi hewan û obusan tê bombekirin.
Di 10'ê Cotmehê de li navçeya Diha Sêrtê li dijî qereqola Serxetê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Helîkoptereke kobrayan a hatiye mudaxeleyê jî rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye paş de vekişe.”
HPG-NÇR’ê aşkere kir ku di 10'ê Cotmehê de li Îdirê operasyona ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk a li dijî herêma Korxanê hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike û da zanîn ku Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de der barê bombebaranê de wiha hate gotin: “Di 10'ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sûredê ya bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”