HPG: Kiryarên êrîşa Dîlokê dê bêne darizandin

HPG: Kiryarên êrîşa Dîlokê dê bêne darizandin

Berdevktiya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de diyar kir ku berpirsên êrîşa bobmeyî ya di 20’ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hatin li Enqereyê ne û got; “Ev karê Ergenekona Kesk e.”Berdevktiyê ragihand ku dê kiryarên vê êrîşê ji aliyê tevgera azadiya Kurdan ve bên aşkerekirin û dê bên darizandin.

Berdevktiya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku her çendî HPG’ê ragihand ku tu eleqeya wan bi êrîşê re tune ye û KCK’ê jî ev êrîş şermezar kir, lê hewl tê dayîn ku biavêjin stûyê tevgera Kurdan. Berdevktiyê got; “Tu têkiliya HPG’ê êrîşa hovane ya li Dîlokê re tune ye.”

Berdevktiyê ragihand ku herî zêde ev êrîş bi kêrî desthilatiya AKP’ê hatiye û bal kişand ser çalakî û pêngavên serkeftî yên gerîlayan ên di sala 2012 û got; “Ev çalakî û pêngavên cidî berdewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek herêmên Kurdistanê di bin kontrola gerîlayan de ne û wiha bal kişand ser tabloya piştî çaliyên gerîlayan; “Êdî kesên destê xwe li ber gelê me radikin, xayînên ku bi awayek yekser bi dijmin re di nava hevkariyê de ne, nokerî û memûrtiya dewletê dikin, nikarin bi rehetî li Kurdistanê bigerin. Êdî destûr nayê danîn ku kesên her roj li cihekê xespê dikin- evane li ser xwîna gelê me pere qezenc dikin- bi serbestî li Kurdistanê tevbigerin û li Kurdistanê mêtîngeriyê bikin. A herî girîng, polîsên ku SS’yên AKP’ê nema êdî dikarin li gorî dilê xwe tevbigerin. Her wiha, AKP’yiyên ku li dijî gel suc kirine, nema êdî dikarin weke berê li Kurdistanê tevbigerin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev serweriya gerîlayan a li herêmê di dîroka têkoşîna azadiyê de tiştek kêm tê dîtin e û ji bo berxwedaneke xurttir ji aliyê HPG’ê ve ‘operasyona şoreşgerî’ hatiye destpêkirin. Berdevktiyê bal kişand ser fiyaskoya polîtîkaya derve ya dewleta Tirk û destnîşan kir ku têkiliyên bi cîranê xwe re, bi taybet jî bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re xirab kiriye.

Berdevktiyê da zanîn ku dewleta Tirk tu carî ewqas tengav nebûye û îşaret bi destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê kir û got; “Rejîma AKP’ê bi lez û bez êrîşa faşîzan a li Dîlokê” pêk aniye.

Berdevktiyê bal kişand ser daxuyanî û çapemeniya serdest ya piştî rayedaran û diyar kir ku, piştî êrîşê sûcdariyên hatine kirin û ‘di encama lêkolînan de îdîayên têne kirin” bi sûcdarkirinê tên kirin re heman in.

Berdevktiyê daxuyaniya HPG’ê ya dê di cejna Remezanê de ti çalakiyan nekin bibîrxist û pirsên wiha kirin: “Komkujiya Dîlokê kêrî kê hatiye? Kê sûd ji vê bûyerê stand? Kê zirar dîtiye?”. Berdevktiyê aşkera kir ku, komkujiya Dîlokê herî zêde kêrî AKP û Erdogan û weke giştî jî kêrî “Tirkên Kesk” hatiye, her wiha balkişand ser êrîşên nîjadperest yên piştî bûyerê.

Berdevktiya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Teqîna li Dîlokê komkujiyeke. Hovîtiyeke. Lê belê yên teqîna li Dîlokê kirine, pêwîst nake ne li Sûriyeyê, ne li Îranê û ne jî li Çiyayên Kurdistanê bigerin. Tenê cihek yê lêgerînê heye, ew jî: navenda siyaseta AKP’ê ye. Serokwezîr û şêwirmendên wî yên li ber tenişta wî ne. Çawa ku kiryarên komkujiya Roboskiyê li şûna Şirnexê lê bigerin pêwîste li navenda AKP’ê bigerin, bûyera Dîlokê jî pêwîste di Serokwezîr Erdogan bixwe de bê lêgerîn.”

Berdevktiyê diyar kir ku, ew dê bûyera Dîlokê bi hemû berfirehiyên wê derxînin holê û got; “Ew dê pêşkêşî raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê bikin. Ew dê vê şebekeya sûcê derxînin pêş dadê. Dad zû yan jî dereng dê cihê xwe bibîne.”