HPG’ê der barê teqîna 7’ê cotmehê li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyekê da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê teqînê re tune ye.
Di 7’ê cotmehê de li bejahiya Bajaroka Sêgirtê welatiyên ku li Çiyayê Sirgê êzîng kom dikirin bombeya leşkerên ku derketibûn operasyonê bi destê wan de teqîya. Di teqîna bombeyê de welatiyê 22 salî Nizar Babat jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn.
Navenda Çapemeni-Ragihandin a HPG’ê got; “Di 7’ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li gundê Sêgirkê (Şenoba) bi teqîna kesekî jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî birîndar bibû tu têkiliya gerîlayên me pê nîne.”