HPG’ê Waliyê Dîlokê derewand

HPG’ê Waliyê Dîlokê derewand

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê nerazîbûn nîşanî hewldananên dixwazin bûyera li Dîlokê biavêjin stûyê gerîlayan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên navê wî tê gotin tu têkiliya wî bi bûyerê re tune ye û ji roja tevlî nava refên gerîlayan bûye û heta îro tu carî ne pêngava xwe avêtiye Dîlokê û ne jî tu bajarek din ê Kurdistanê.

Daxuyaniya Biryargeha Navendî ya HPG’ê wiha ye: “Hewldanên teqîna di 20'ê Tebaxê de li navenda Dîlokê pêk hat û rê li ber mirina 9 kesan vekir, biavêjin stûyê tevgera me û bi xîreta dijwar a desthilatdariya AKP'ê nîşan dide bi îbret temaşe dikin

Saeta destpêkê ya piştî bûyer qewimiye bê ku pêwîstî bi tu lêkolînan bibînin piştî me hewldanên wan ê bi gerîlayên me ve girêbidin, vala derxist, ji bo rastiyan berovajî bikin, ser nuxumandin bi derewan, bi bêbextiyan dixwaze bidin bawer kirin, bi vê armancê wêneyê rêhevalekî me di çapemeniyê de didin û dixwazin teşxîr bikin û weke kiryarê vê bûyerê pêşkêş bikin.

Ev propagandaya qirêj a tu têkiliya wê bi rastiyan re nîne, rêhvalê me û malabata wî dike hedef. Lê ev hevalê me yê navê wî derbas dibe li nav yekîneya xwe de xebatên xwe yê asayî berdewam dike. Tu têkiliya vî hevalê me bi vê bûyerê li Dîlokê qewimiyere nîne û herweha ev hevalê me ji roja tevlî nava refê gerîla bûye gava xwe jî ne avêtiye Dîlokê ne jî avêtiye bajareke din ê Kurdistanê.”