HPG'ê Sancar serbest berda

HPG'ê Sancar serbest berda

Gêrîlayên HPG'ê Wekîlê Midûrê Yekîneya Xizmên Gundan yê Qeymeqamê Pasurê Ubeydullah Sancar yê ku demek berê girtibû serbest berda.

Li gundê Havîngeyê yê navçeya Pasurê ya Amedê di 17'ê tebaxê de gêrîlayên HPG'ê Wekîlê Midûrê Yekîneyên Xizmetê ji Gundan re dibin yê Qeymeqamê Pasurê Ubeydullah Sancer girtîbû û şevê din serbest berda. Sancar li herêma lê hate girtin nêzî gund serbest hate berdan û xizmên Sancar têkildarî bûyerê de agahî dan Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Hate ragihandin ku, rewşa Sancar ya tenduristiyê başe û rastî tu muameleyên nebaş nehatiye. Malbata Sancar piştî Sancar hate girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabû û daxwaza alîkariya hiqûqî kiribû.

Sancar di 17'ê tebaxê de di demjimêr 03.00'an de li gundê Havîngeyê yê navçeya Pasurê ya Amedê ji aliyê gêrîlayê HPG'ê ve hatibû girtin.