Gerîlayên HPG'ê kesê bi navê Zeydîn Sargut ê ku di kontrola rê ya li Çiyayê Tendurekê de yê di navbera navçeya Ebexê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de girtibû serbest berda.
Li gorî agahiyan HPG'ê di 24'ê tebaxê de li qûntarên Çiyayê Tendurekê yê di navbera navçeya Ebexê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de kontrola rê kirin û 3 wesayît şewitandibûn û xebatkarê şantiyeyê Zeydîn Sargut jî girtibûn. Gerîlayan şevê din Sargut li nêzî Bazîdê serbest berda. Sargut piştî li Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê îfade dan çû mala xwe.