Li navçeya Elkê ya Şirnexê piştî gerîlayên HPG'ê li dijî lojmanên leşker û polîsan êrîşa çekdarî pêk anîn û herî kêm 10 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, çalakiya duyemîn pêk anî.
Şevê din saet di 22.00'an de gerîlayên HPG'ê, ji 4 aliyan li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî lojmanên leşkeran û qereqolên polîsan çalakiyek bi bandor û berfireh pêk anîn. Li gorî daneyên fermî di pevçûnê de 10 leşkeran û 3 gerîlayên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên herêmî da zanîn ku bi dehan leşker hatine kuştin.
Pira ku rêya navçeya Elkê û derve bi hev girê dide jî hate hilweşandin. Hate zanîn ku gerîlayên HPG'ê êvarî çalakiya 2'emîn pêk anî. Gerîlayên HPG'ê li girê Kumtikê bi roket û çekên lûledirêj êrîşa çekdarî pêk anî. Hate zanîn ku pevçûn didome.