HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê ya li Bazîdê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê ya li Bazîdê girt ser xwe

HPG’ê teqîna 8’ê cotmehê li navçeya Bazîda Amedê li dijî lûleya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat û di encamê de herikîna gazê hate rawestandin, girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 8’ê cotmehê de di saet 04.30’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî gundê Mişonê li dijî xeta lûleyan a xaza xwezayî ji alikyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de zirareke mezin l ili xeta lûleyan de pêkhatiye û herîkîna xazê hatiye rawestandin. “

Rêveberê Şîrketa Gazê ya Neteweyî ya Îranê Cewat Uvcî daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Farsê û da zanîn ku teqîn di kîlometreya 50’emîn a Tirkiyeyê de pêk hatiye û ziyanek mezin di lûleya gazê de çêbûye.

Wezareta Enerjiyê ya Tirk di daxuyaniya da Reutersê de diyar kir teqînê li nêzî navçeya Bazîdê ya Agiriyê pêk hatiye. Wezaretê da zanîn ku xebatên tesbîtkirina xesara di lûleya petrolê de çêbûye berdewam dikin. Hat diyarkirin ku nayê zan ka dê gaza xwezayî kengî bi awayeke normal biherike.