Hovitiya dewleta Tirk:3 gerîlayên birîndar înfaz kirin

Hovitiya dewleta Tirk:3 gerîlayên birîndar înfaz kirin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 4’ê tebaxê ya ku 14 gerîlayên HPG’ê têde jiyana xwe ji dest da û hin sivîl jî bîrîndar bûn ya li Rindikê aşkere kir. Li gorî raporê herî kêm 3 gerîla bi awayekî birîndar hatin înfazkirin.

Serokê ÎHD’ê Îsmaîl Akbulut, sekreterê ÎHD’ê Saît Çaglayan hesapgirê ÎHD’ê Ferzende Taş, endamê lîjneya rêveberiyê A.Kadir Gerîrgazîoglu û Prz. M. Miraz Çalli di 6’ê tebaxê de li gundê Rindikê ya girêdayê navenda Colemêrgê lêkolîn kirin.

Di 30’yê tebaxê de ji hêla Prz. M. Miraz Çalli û rêveberê ÎHD’ê Saît Çaglayan ve li cihê bûyerê cara duyemîn lêkolîn hate kirin û rapor hat amadekirin. Heyeta ÎHD’ê derbarê buyera ku herî kêm 3 gerîla têde hatin înfazkirin de û gundî hatin tehdîtkirin de dûh serî li Serdozgeiya Komarê ya Colemêrgê da û selêdana sûc kir.

Heyeta ÎHD’ê di encama hevdîtinên bi gundiyan re pêk anî de diyar kir ku pevçûn di 4’ê Tebaxê, saet di 22.45 de dest pê kir û bi navber bi qasî 2 saetan berdewam kiriye. Di raporê de wiha hat gotin: “Gundiyan dan zanîn ku pevçûn li pênç-şeş cihan dest pê kirin, lê li taxa ku pevçûn lê qewimî, gundiyan nedikarî bi rehetî ji malên xwe ve pevçûnê bişopînin. Di encama pevçûnê de jina bi navê Şehra Olmez û tevî sê keçên xwe yên bi navê Şerîfe, Gurber û Nîzbetê, ji bo hin karûbarên fermî, di dema pevçûn dest pê kir de li Qereqola Cendirmeyan a Rindikê bûn û di ji ber şarapnelan bi zivikahî birîndar bûn. Li gorî şahidan, di vê pevçûnê de heşt leşker, du cerdevan û 4 milîtanên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane û di encama vê pevçûnê de 6 jî giran bîst û yek leşker birîndar bûne.”

ÎNFAZA GERÎLAYÊ JI ÇENGÊ XWE BIRÎNDAR BÛ

Di raporê der barê qewimîna bûyerê de wiha têgotin: “Piştî pevçûnê hin ji gundiyên çûn nêzî qereqolê, li nêzî nizamiyê li erdê cenazeyê gerîlayek dîtie. Danê sibê jî saet di 09.00 de beşek ji gundiyan çûne jor û beşek din jî çûne jêra qereqolê. Koma gundiyan a ku çû jêra qereqolê, li derdora robar, cenazeyên du gerîlayên jin û yek jî zilam dîtine, û di nava darên biyê de jî cenazeyên gerîlayek dîtine. Li ser rêya li jor a girover jî milîtenek ê PKK’ê ku nedikarî rabe ser lingan û ji çengê xwe birîndar bûye dîtine. Milîtanê PKK’ê xwest ber bi robar ve biçe, lê leşkerên li aliyê din ê pir ew dîtine, piştre wesayîtek bi tîpa akrep çûye aliyê din ê pirê. Wesayîta akrep û 4 lekşerên tevgera taybet peya bûne û li milîtanê di navê de xwe vedişart reşandine. Piştî ku gerîla milîtan nehatiye dîtin, nêzî bîst leşker li ser pir kom bûne, fermandarê leşkeran banga “tesîlîm bibe” li milîtanê PKK’ê kirine. Piştî wê jî milîtanê PKK’ê ji nava avê derketiye û destên xwe bilind kiriye, lê leşkeran û wesayîta akrep li wî reşandine û li ber çavên gundiyan ew kuştine. Gundiyan nerazîbûn nîşanî înfazê dane, gundî ji ber vê li rastî gulebaran leşkeran hatin. Nêzî 2 saet piştî înfazê, cesedê milîtanê PKK’ê ji aliyê gundiyan ve li 200-250 li jêrê robar hatiye dîtin.”

AKREPÊ SER GERÎLAYÊ RE DERBAS KIRIN

Şahidên buyerê ku li ber Nîzamiyê bûn dîtine ku gerîlayekê birîndare, polîsên ku ew ferq kirin paşde zivirîne û bi wesayîta Akrepê bi ser serê wî re derbas bûne û jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku Serfermandarê Alayê ji gundiya xwestiye ku cenazeyan kom bikin, gerîlayeke ku birîndar bûye di dema rakirinê de, di rê de jiyan xwe ji dest daye. Gundiyên ku xwestin ji bo agahiyê bidin paş de vegerin ji aliyê leşkeran ve rêya wan hatiye birîn û hatine gulebarankirin.

LEŞKER BERÊ ÇEKÊ DA SERÊ GUNDIYEKÊ

Yek ji lêşkerên ku bi bêtêlê diaxivî piştî bi rengekê ‘Me 4 terorîst girtin, alikarî’ xwest, gundiyê dirêjî erdê kirin û berê çeka xwe dan serê wî got ku: “We li Roboskiyê 34 mirov qetil kirin, me jî bikujin.” Gundiyên ku buyer ferq kirin bi bezê hatin cihê buyerê û derdora leşkeran girtine. Leşkerên ku çek berdane, gundiyan bi girseyî bertek nîşan dane û gundiyên li erdê hatine dirêjkirin rizgar kirine. Gundiyan got ku armanca leşkeran ew bû ku wana bi kujin.

GERÎLA HATINE ÎNFAZKIRIN

Gundiyên ku çûyîn herêma Karalosê di çeperê de dû cenazeyên gerîlayan dîtine. Li kenarê kozikê gerîlayekî din jî yê birîndar û dirêjkirî bûye. Gundiyên ku ji cihê bûyerê çûn gundek din 3-4 car dengê çekê bîhîstine û dema ku pirskirine ev yek çiye jêr gotine ‘ Ji ber rewşekî gumanbar’ heye wergiritine. Lê dema ku gundî gihiştine gund dîtine ku gerîlayekî birîdar dijî nîştecihên gund dema gihan gund dîtin gerîlayê birîndar serê xwe rakir û dijî lê belê gundiyan got ku gerîla ji aliyê leşkeran ve hatiye înfazkirin.

CENAZE KIRIN BIN PIYAN

Li gorî hinek şahidan gotin dema em hatin gund cerdevanan cenazeyên gerîlayan dane ber pihînan. ÎHD’ê bal kişand şer pêkutiyên dijmirovî û wiha got: “Li gorî hevdîtinên ku bi gundiyan re hatî kirin derûniya zarokan xira bûye û nikarin razên û bi tirsê mirinê dijîn. Gundî diyar dikin ku ger ku şer bidome dê gundî gundên xwe vala bikin. piştî cenazeyên ku ji aliyê leşkeran ve tên înfazkirin û cenazeyên wan ji aliyê cerdevanan ve tên pehndan nayên qebûlkirin û nêzîkatiyekî dij mirovî ye.”