Hêzên Suriyeyê 3 kes binçav kir, gel daket kolanan

Hêzên Suriyeyê 3 kes binçav kir, gel daket kolanan

Hêzên cendirmeyan a Suriyeyê 3 ciwanên kurd, bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne, binçav kirin. Ji ber vê yekê gel ji hêzên asayîşa gel alîkarî xwest. Hêzên asayîşê jî bi ser avahiya cendirmeyan de girt û 5 cendirme binçav kirin. Aloziya li gund didome.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî nîvro hêzên cendirmeyan a Suriyeyê li gundê Girkê Dijwêr ê girêdayî bajaroka Girkê Legê 3 ciwanên kurd, bi hinceta ku kaçaxên leşkeriyê ne, binçav kirin. Li ser vê yekê gel daket kolanan û nerazîbûn nîşan da.

Şêniyên gund her wiha ji hêzên asayîşa gel jî alîkarî xwest. Hêzên asayîşê jî bi ser avahiya cendirmeyan de girt û 5 kes binçav kirin. Aloziya li gund didome.