Hêzên leşkerî yên rejîma Suriyeyê li ketina bajarê Qamişlo 5 ciwanên Kurd ên ji heman malbatê ne, binçav kirin.
Hêzên leşkerî yên Suriyeyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 5 xortên kurd ên ji heman malbatê ne binçav kirin. Ciwanên bi navê Kawa Xelîl Hesen, Ezedîn Xelîl Hesen, Sedîq Xelîl Hesen, Mihemed Galiq Hesen û Alan Mehemed Hesen dema ji bajarê Hesekê dihatin Qamişlo, li daketina bajêr hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat hînbûn û nehat zanîn ka ew birine ku derê.