Li Qoserê mitînga bi dirûşima “Em Meşa We ya Azadiyê Silav dikin” a bi armanca piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re bi beşdariya hezaran kesî dest pê kir. I hemberî biryara Wezareta Navxweyî ya Tirk hezaran kes bendên polîsan derbas kirin û herikîn qada mitîngê.
Mitînga “Em Meşa We ya Azadiyê Silav” dikin a li navçeya Qosera Mêrdînê, li hemberî qedexeyên dewleta Tirk bi beşdariya hezaran herikîn qadê.
Li hemberî qedexeya Wezareta Navxweyî ya Tirk, bi hezaran Kurdistanî li navçea Qoserê daketin Qada Newrozê mitînga bi heybet li dar xistin. Bi hezaran kes bendên polîsên Tirk derbas kirin û herikîn qada Newrozê yak u mitîng lê tê lidarxistin.
Parlementerên BDP’ê Halîl Aksoy, Ozdal Uçer, hevserokên BDP’ya Mêrdînê Sîhem Elver Alp û Şaban Karakaş , rêveberên navçeya Qoserê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-FED û bi hezaran kes beşdar bûn. Di meşa girseyî de bi hezaran bi hev re dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Deşta Qoserê, Deşta Apocîyan e” qêriyan.
Qada mitîngê bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û pankarta “Em ê cîhana bê Rêber Apo bi ser we de hilweşînin” hate vekirin. Girseyê li ber stranan govend gerand, herikîna qadê dewam dike.